Delal Nurhak: Gel bersiv da faşîzmê

Endama Koordînasyona PAJK'ê Delal Nurhak têkilî hilbijartinên xwecih axivî û got, ''Li dijî êrîşên faşîst gelê me 31'ê Adarê bi çûna ser sindoqan bersiva hewce dane faşîzma AKP-MHP'ê'.

Endama Koordînasyoan PAJK'ê Delal Nurhak di Stêrk Tv, Rojeva Jinê de têkilî rojevê nirxandinên girîng kir. Nuhak got di rewşeke wiha de ku faşîzm pir zêde bûye hilbijartin bûne û domand, ''Li gel ev qas êrîşên giran jî li Kurdistanê û Tirkiyê HDP'ê mîtîngên xwe kir û nameyên xwe bi rêxistinî da naskirin. Di vê hilbijartinê de serkeftinên mezin hene. Tifaqa Cumhur bi vê hilbijartinê re rûxiyaye.''

Tifaqa faşîst a AKP-MHP ku di hilbijartinên xwecih de dixwaze Kurdan ji bo xwe bike amûr, bi bombekirina xaka Kurdistanê, bi anîna ser rojevê ya Rojava, bi operasyonên qirkirina siyasî ya li Bakurê Kurdistanê dixwaze faşîzmê bîne asta bilind û ji hilbijartinan encamê bistîne.

Li dijî van êrîşên faşîst gelê me 31'ê Adarê bi coşeke mezin çûye ser sindoqan û bersiv da faşîzma AKP-MHP'ê. Ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyê jî eniya demokratîk bersiv da hilbijartinên ku ne bi rewşeke demokratîk pêk hatin. Faşîzma ku dibêje li Şirnexê bi ser ketiye, baş dizane ku leşker û polîs birin wir û li ser Botanê polîtîkayeke taybet danî. Li gel vê jî gelê me yê Botanê bersiv da van polîtîkayan.''

HEKE PIRSGIRÊKA JIN Û ZAROKAN ÇAERSER BIBE WÊ YA CIVAKÊ JÎ ÇARESER BIBE

Nurgak têkilî pergala hevseroktiyê jî got, ''Li şaredariyan pergala hevseroktiyê li her saziyê rûniştiye û hatiye qebûlkirin. Ev qas êrîş bi ser civake komunal de ne. Faşîzma ku êrîş birî ser pergala hevseroktiyê ku bi pergala Rêbertî jiyanî bûye, bi girtina bi sedan jinî, şaredarî dagir kir û memûrên xwe danî ser. Li gel vê jî li şûna her hevaleke jin a ku hatî girtin bi sedan jin hatin. Profîla jina azad derkete holê.

Jin êdî ne weke berê ne, li dijî zext û girtinan berpirsyariya xwe bi cih tînin. Êdî jin polîtîkaya gel û civakê bi cih tînin. Hevşaredarên jin divê projeyên demokratîk û ekolojîk deynin ber xwe û wiha bi çarçoweyeke komunal rê ve bibin civakê. Di pergala heyî de pirsgirêka mezin a jin û zarokan e, divê ji vî alî ve proje werin danîn. Ji ber ku heke pirsgirêka jin û zarokan were çareserkirin pirsgirêka civakê wê çareser bibe.

CIWAN JIYAN IN, JI NÛ VE AFIRANDIN IN

Nurhak çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slav kir û got, ''Em heval Yonca û Sîraç ku çalakiya fedayî kirine slav dikin. Di şexsê Leyla Guven de grevên birçîbûnê bi vîneke mezin didome û ev grevên birçîbûnê bi serê xwe çalakiya herî mezin a fedayî ye. Ev penç meh in bi biryardariyeke mezin grevên birçîbûnê didomin  û li dijî zextên faşîzmê berxwedanî tê kirin. Divê em van çalakiyên xwe yên ku bi biryardarî didomin geş bikin.

Dijmin ji vê vînê ditirse û heke me ev tirs bi dijmin dabe hîskirin, divê em van çalakiyan li her qadê mezin bikin. Nexasim berpirsyariya mezin dikeve ser ciwanên me. Divê ciwanên me giyanê demê nîşan bidin. Ciwan jiyan in, ji nû ve afirandin in.''

Nurhak herî dawî li ser 4'ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan got, ''4'ê Nîsanê, di serî ya Rêber Apo, a gelan û jinan pîroz dikim. 4'ê Nîsanê bûyina azad a jinan e. Jina Kurd bi Rêber Apo dîsa xwe nas kir. Ji bo gelan bûyineke nû ye. Gav bi gav pêşketina civaka azad e.''