KJK: Faşîzma AKP'ê derbeke giran xwar, em têkoşînê geş bikin

KJK'ê got AK-MHP ji bin ve hejijiye û domand, ''Têkşikandina faşîzma AKP'ê serkeftina hêzên azadî û demokrasiyê yên li Tirkiyê û hêzên demokrasiyê, ya tevgera azadiya Kurd û jinan e.''

Koordînasyona KJK'ê têkilî hilbijartinên xwecih daxuyaniyeke nivîskî da.

'DI BIN GEF Û ZEXTAN DE HILBIJÊR ÇÛNE SER SINDOQÊ'

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye:

''Yek ji girîngtirîn hilbijartina dîroka Tirkiyê qediya. Gelê Kurd, bi rihê berxwedanê yê çalakgerên greva birçîbûnê  ya Leyla Guven a ezîz, girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên li zindanan, hevalên li Strasboûrgê û hemû cîhanê çûne ser sindoqê. Ji ber ku êdî çûna ser sindoqê û dengdayina partiya ku mirov destekê didiyê jî têkoşîneke cidî û berxwedanekê hewce dike. Di bin zext, gefa polîsa, leşker û tîmên taybet gelê me li Tirkiyê çû ser sindoqê. Lê li Kurdistanê, nexasim li deverên biçûk hatiye astengkirin ku gelê me dengê xwe nede û hîleyên mezin hatine kirin, ev rewşa ji hêla hemû gelên Tirkiyê ve hatiye dîtin. Li gel ku di ser hilbijartinê re 3 roj derbas bûne jî bloka faşîst a AKP-MHP'ê bi dek û dolaban dixwaze encaman biguherîne.

'EM DESTEKÊ NADIN ÇALAKIYÊN KU DAWIYÊ LI JIYANÊ TÎNIN'

Gelê Kurd bi berxwedanê ketî pêvajoya hilbijartinê, di vê pêvajoyê de gelek keç û kurên xwe şehîd dane. Bi vê wesîleyê di şexsê şehîdên dawî hevalên me Yonca Akici û Sîraç Yuksel de hemû çalakgeran slav dikin. Em careke dî dixwazin diyar bikin, em şêwaza çalakiyê ya ku dawî li jiyanê tîne rast nabînin, qebûl nakin. Ev şêwaze çalakiyê bi mîsogerî ne rast e. Hemû berxwedêrên zindanê, divê hemû berxwedêrên zindanê, divê şêwaza çalakiyê ya domdirêj ji bo xwe esas bibînin.

'AKP NEGIHAŞT ARMANCA XWE'

Faşîzma li Tirkiyê hatiye aste herî zêde. Bi vê maneyê divê em jî berxwedana xwe bi rêxistinî, bi rengekî ku dijmin têk bibin, bi rê ve bibin.

Desthilata faşîst a Erdogan, armanc dikr ku li Tirkiyê, bi hilbijartinên xwecih ên 31'ê Adara 2019'an û metropolên mezin bi derew, dek û dolaban, bi bandora medyaya şerê taybet, bi sûdwergirtina derfetên dewletê bi dest bixe, li Kurdistanê jî hemû bajarên Kurdan bi dagirkeriyê û zorê desteser bike û şerê qirkirinê bîne cihê herî bilind.

Dîktatoriya Erdogan ku li Tirkiyê û Kurdistanê tam serwer bûye, bi xeyalên dewleta Osmanî ya nû wê planên dagirkirina hemû Rojava û Başûrê Kurdistanê bi cih bianiya û wiha wê ew armanca ku li Rojhilata Navîn bibûya hêza herî karîger pratîze bikira. Bi encamên hilbijartinê derkete holê ku ji bo xeta sînor a Bakurê Kurdistanê planeke pir taybet daniye ber xwe. Ji derve leşker û cerdevan anîne bajar û navçeyên Kurdistanê yên ku nifûsa wan kêm e, asteng kiriye ku gelê me yê welatparêz biçe ser sindoqê, deng dizîne û Şirnex, Çelê, Şemzînan û tevahiya xeta sînor hatiye dagirkirin. Li ser xeta sînor tişta ku bûyî ne hilbijartin lê tevgera dagirkirina Kurdistanê ya desthilata AKP'ê ye. Bi pratîkî berdewamkirina polîtîkaya qeyûm e. Li Kurdistanê bi hilbijartinên ku di bin dagirkeriyê de hatine kirin, hatiye xwestin ku polîtîkaya qeyûm were meşrûkirin û fermîkirin. AKP, mîna DAÎŞ'ê, xencereke ku li ser singa gel, bawerî, jinên Rojhilata Navîn hatiye çikizandin. AKP'ê, hilbijartin, ji bo ku qira Kurdan bîne, mîna amûrekê xebitandiye. Polîtîkayên faşîst ên AKP'ê yên li ser hêzên azadî û demokrasiyê û jinan û hişmendî û polîtîkaya DAÎŞ'ê yek e. AKP, weke DAÎŞ'ê xwedî pratîka faşîst, qirker, talanker, tecawizkar, dizek, desteserker, mêtinger e. Hêzên faşîst ên AKP-DAÎŞ'ê hê jî bi hev re tevdigerin.

'HELWESTA KURDAN ENCAMÊN GIRÎNG BI XWE RE ANÎN'

Di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an a Tirkiyê de, helwesta gelê Kurd, ji bo eniya azadî û demokrasiyê, ji bo geşbûna yekîtiya netewî ya Kurd û ji bo têkoşîna tevgerên azadiya jinê encamên girîng bi xwe re anîne. Kurdan dengên xwe bi hişmendiyeke mezin a azadiyê û bi vê helwestê dane. Gelê me vîneke girîng a siyasî û polîtîk nîşan daye. Li Tirkiyê, faşîzma AKP-MHP'ê di serî de metropolên mezin ên mîna Stenbol, Enqere, Mêrsîn û Edeneyê, li gelek bajaran bi dengên Kurdan têk çûne. Li gel girtin, êşkence, koçberkirin, tirsê ya li Kurdistanê jî, li dijî terora dewletê ya AKP'ê serkeftineke mezin hatiye bidestxistin.

Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê û bi taybetî dîktatoriya Erdogan, di van hilbijartinan de, ji ber encamên ku derketine holê, hejijîne, xeyalşikesttî bûne, têkşikiyane û şikiyane.

Têkşikîna faşîzma AKP'ê serkeftina hezên azadiyê û demokrasiyê yên Tirkiyê, ya tevgera azadiya Kurd û jinan e.

Ji bo vê jî, bi berxwedana gelê Kurd, ne tenê ji bo Kurdistanê û Tirkiyê, gefeke mezin a ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn jî hatiye astengkirin.

Bi hilbijartina 31'ê Adara 2019'an, careke dî derketiye holê vîna gelê Kurd, jinan, ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn çendîn diyarker e. Çi hêzeke ku vîna rêxistinî ya Kurdan tine dihesibîne li Rojhilata Navîn nikare karîger bibe. Nikare siyasetê bike.

'EM RÊXISTINIYÊ Û YEKÎTIYÊ GEŞ BIKIN'

Gelê me yê hêja, hêzên demokrasiyê û azadiyê, jinên ezîn;

Piştî hilbijartinê em pêvajoyeke pir girîng dijîn. di serî de gelê me yê Botanê, ku dewleta di bin dagirkeriya artêş, polîs û hêza şer a dewleta Tirk de ye, hemû gelê me divê pêvajoya ku em tê de ne û tiştên ku tê xwestin were kirin rast fêhm bike û rêxistiniya xwe xurt bike. Gelê me bi teqezî divê gundê xwe, bajarê xwe, bajarê xwe bernede. Divê li xaka xwe xwedî derkeve. Gelê me yê Dersimê divê zanibe heta ku bi Kurdistanê bibe yek dikare azad bibe. Li Mûş, Çewlik, Bedlîs û Agiriyê jî, mîna Botanê, dewletê polîtîkayên zorê û dagirkeriyê rê ve biriye, detwerdana li vîna azad a hilbijartinê ya gelê me kiriye, bi dek û dolaban û bi hêzên zorê hatine desetserkirin.

Li ser vê bingehê, em bang li hemû gelê xwe, jinan dikin, bêyî ku gavekê jî giyanê berxwedanê berdin, rêxistiniya xwe geş bikin û têkoşîna azadiyê bi vîn û biryardariyeke mezin domdar bikin, geş bikin û yekîtiya xwe pêk bînin.''