Ji bo 7 hezar berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiya "7000 pankart"

Jinên Swîsreyî ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, amadekariyên xwe yên ji bo çalakiya 7000 pankart a 6'ê Nîsanê didomînin. Jinan ji bo çalakiyê bang kirin û gotin, "Em bi hev re dikarin dawî li bêdengiyê bînin."

Bi pêşengiya Tevgerên Jinên Femînîst ên Swîsreyî û Enternasyonal, ji bo 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de ne wê 6'ê Nîsanê çalakiya "7000 pankartî" pêk were.

Çalakî bi dirûşma "Me dengê vê berxwedanê bihîst, niha jî dor hatiye ku em vî rengî bidin bihîstin" tê lidarxistin. Jinan di çarçoveya çalakiyê de wê 6'ê Nîsanê 7000 pankartên li ser grevên birçîbûnê li gelek bajarên Swîsreyê daliqînin.

'NEBÊJIN KU TIŞT JÊ DERNAKEVE, TIŞTEKÎ BIKIN'

Jinan diyar kirin, bi piştgiriya navneteweyî ew dikarin bala mirovan bêhtir bikişînin ser berxwedana Leyla Guven û zindaniyan. Jinan bal kişandin ser girîngiya tevlîbûna her kesî li vê çalakiyê kirin.

Jinan gotin, "Nebêjin ku tiştek jê dernakeve, tiştekî bikin" û diyar kirin, "Li şaneşîna xwe, li baceyên mala xwe, li kargehên xwe, li bisikleta xwe, li wesayita xwe, li ser piran, li kolanan bi kurtasî li her deverê em pankartên xwe daliqînin. Eger em hemû tiştekî bikin, yeqîn bikin ku em ê dawî li vê bêdengiyê bînin. Em jin; dema ku bûn yek û pê piştrast bûn, hingî em ê karibin her tiştî biguherînin."

Jinan ji bo çalakiya 6'ê Nîsanê li gelek bajaran amadekarî kirin û bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiyê bibin.