Li Troyesê panela li ser 'tundiya li jinê'

Li bajarê Troyes ê Fransayê, li ser mijara tundiya li dijî jinê panelek pêk hat.

Li bajarê Troyes ê Fransayê, Komeleya Çanda Elewiyan a Aube (AKM), bi mijara 'polîtîkaya bi rêk û pêk a tundiya li dijî jinê' panelek pêk anî û tundiya li jinê nîqaş kir.

Panel li Mala Ciwanan a Troyesê pêk hat û aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) Gulnaz Dûman û Seroka Yekîtiya Jinên Elewî li Fransayê (UFAF) Sûltan Şahîn weke panelîst tevlî bûn.

Di panelê de li ser daneyên tundiya li dijî jinê dîmenek hate nîşandan û piştre Şahîn axivî. Şahîn diyar kir, li Ewropayê mîna hemû jinan jinên koçber jî dibin hedefa tundiyê û anî ziman, tevî vê yekê jî jin têkoşîna xwe didomînin. Şahîn diyar kir, jinên Kurd di vê têkoşînê de berdêlên giran dane û Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bîr anî.

Aktîvîsta TJK-F'ê Dûman jî diyar kir, tundiya li jinê li her qadên jiyanê û di her kêliyê de tê kirin û bi mînakan eşkere kir ku AKP tundiya li jinê çawa weke polîtîkayeke bi rêk û pêk dimeşîne.
Dûman qala Şoreşa Rojava û jinên li Rojava jî kir û têkiliya navbera tecrîda ku grevên birçîbûnê li dijî wê tê kirin û tundiya li jinê rave kir. Dûman destnîşan kir, tecrîd tecrûbeyeke zîhniyeta mêr e û got, "Dijderketina li tundiya li jinê di heman demê de dijderketina li tecrîdê ye."

Hevberdevka Dergaha Parîsê ya FEDA'yê Husniye Kuçukkeleş jî diyar kir, divê mêr xwe ji şerma tundiya li dijî jinê rizgar bikin.