Çalakgerên jin êşkence û girtin şermezar kirin

118 çalakgerên ji rêxistinên jinan ên li welatên ku nifûsa wan piranî Misilman in, nameyek ji lîderên 48 welatan re şandin û zext, êşkence û girtina ku li dijî mûxalîfan tên kirin şermezar kirin.

Çalakgerên ku tevlî Hefteya Civaka Sivîl a Navneteweyî bûn ku li paytexta Sirbîstan Belgradê hîn didome, name nivîsandin û li ser zextên li çalakgerên jin tên kirin fikarên xwe nivîsandin. Çalakgeran êşkence şermezar kirin û xwestin, çalakgerên hatine girtin tavilê bên berdan.

Name ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ên bi navê 'Wekhevî a niha û Musawah' ve hate nivîsandin, bal kişand ser zêdebûna zextên li Erebîstana Siûdî.

Li Erebîstana Siûdî ku kesayetên bi navê Loujain Al-Hathloul, Hatoon Al-Fassi, Aziza Al-Yousef, Eman Al-Nafjan, Nouf Abdelaziz, Samar Badawi, Nassima Al-Sadah, Amal Al-Harbi û Shadan Al-Anezi girtî ne, hikumet jinan bi îdîaya "Li dijî ewlekariya qraliyetê, aramî û yekîtiyê karên koordîneyî dikin" sûcdar dike.

Li gorî hiqûqa Siûdî ji 20 salan heta cezayê mirinê cezayên giran li jinan tên birîn.

Name ji hikumetên 48 welatan re hate şandin ku Iraq, Çad, Qûweyt, Bahreyn, Nîjerya, Sûdan, Îran, Maldîv, Nîjer, Tûnis, Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî di nav de hen. Di nameyê de hate gotin, "Em; ku li dinya îslamê zêdeyî 100 rêxistinên mafên jinan û mafên mirovan temsîl dikin, ji ber zextên li parêzvanên mafên jinan tên kirin bi fikar in."

Di nameyê de ji lîderên welatan hate xwestin, dawî li êşkence û girtina parêzvanên mafên jinan bê anîn.