Rewşa Kîbriye Evren, Evîn Kaya û Hîlal Olmez giran dibe
Rojnamevan Kîbriye Evren a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye dema dikuxe xwîn davêje.
Rojnamevan Kîbriye Evren a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye dema dikuxe xwîn davêje.
Her roja diçe çalakiyên grevên birçîbûnê ya bi pêşentiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin belav dibe.
Greva rojnamevan Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya yên ji 16’ê Kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di grevê de ne di roja 114’an de ye, rewşa tendurstiya wan giran dibe. Di serdana îro ya malbatan bi girtiyan re kirî, agahî dan ku rewşa wan giran dibe û êdî di tevgerê de zoriyê dikişînin.
XIZMÊN GIRTIYAN EV GOTIN
Kîbriye Evren: Ji hefteya borî ve êdî pir dikuxe. Bi kuxînê re xwînê ji devê wê tê. Di asekî bilind de bêtaqe, ser êşî, êşa hestî, bêxewî û di rêveçûnê de pir zoriyê dikişîne.
Evîn kaya: Ji rûviyan xwîn tê. Demên dawî de nikare tiştên rohn vexwe, nikare raze, birêve biçe û rewşa wê krîîtke.
Li ser rewaş Hîlal Olmez a cezayê hevdîtin û ragihandinê lê hatî birîn jî ev tişt hate gotin: Di astekî zêde de pirsgirêka wê ya rûviyan heye. Ji ber ku rûviyê wê nikare bi erka xwe rabe, pirsgirêkên qefsbûn û êşa wê de bûye.
Xizmên girtiyan anî ziman ku rewşa Kîbariye Evren, Evîn Kaya û Hîlal Olmez ên ji 16’ê Kanûnê ve di grevê de ne giran e, her 3 girtiyan jî tedawî doxtoran red kirine.
Çalakvan Zulfiye Kişmîr û Mehtap a paşnavê wê nehate zanîn a di roja 39’an a grevê de ne, jibîrkirin bi wan re peyda bûye û bêtaqetî û êşa serê wan giran bûne. Ji bo Mehtap û Zulfiye ya roja 40’an temam nekirin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve vîtamîna B12 nehate dayîna wan.