Dayikên Aştiyê: Divê her kes têkevin nav hewldanan

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî grevên birçîbûnê dan û bang li her kesî kirin ku bila têkevin nav hewldanan.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê li Şaxa ÎHD’ê ya li Amedê daxuyanî dan.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Raîfe Ozbey nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî grevên birçîbûnê da û got ku “7 hezar kes bi mehan e, di greva birçîbûnê de ne. Cenazeyê 7 kesan ji girtîgehan derket. Êdî bes e! Divê daxwazên van çalakgeran werin qebûlkirin. Em bang li kesên xwedî wijdan dikin. Em êdî nikarin tiştekî bixwin û vexwin. Em dibêjin bila ev qîrîn were bihîstin. Kezeba me dişewite. Tekane daxwazeke zarokên me heye, ew jî bidawîkirina tecrîdê ye. Tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye. Divê tecrîd were rakirin.”

Kûdret Eryilmaz jî bang li hemû kesan kir û got ku “Ji bo ji girtîgehan cenazer dernekeve, divê her kes peywira xwe bi cih bîne. Bila kezeba tu kesî neşewite, divê tecrîd were rakirin.”