Ji ber cezayê kelepçeya elektronîk di malê de girtî ne

Di 20’ê Adarê de 11 jin li Amedê hatibûn destgîrkirin û cezayê kelepçeya elektronîk li wan hatibû birîn. Yek ji van jinan jî Hevseroka Navçeya Sûrê ya HDP’ê Sevîm Coşkûn e. Coşkûn diyar kir ku dewlet bi van zextan dixwaze pêşiya têkoşîna jinan bigire.

Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê di 20’ê Adarê de ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirine, 14 jinan çalakiyek li dar xistibûn. Piştî çalakiyê ev 14 jin hatibûn destgîrkirin û li 11 jinan cezayê kelepçeya elektronîk hate birîn. Hevseroka Navçeya Sûrê ya HDP’ê Sevîm Coşkûn derbarê kelepçeya elektronîk axivî û diyar kir ku cara pêşîn li Amedê cezayekî wisa li jinan tê birîn.

Coşkûn diyar kir ku ji ber cih di girtîgehan de nemaye, ev metod tê ceribandin û got ku “Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê di 20’ê Adarê de em hatin destgîrkirin. 5 rojan em di nezaretê de man. Li dadgehê cezayê kelepçeya elektronîk li me hate birîn. Dewlet bi vê metodê dixwaze vîna jinan bişkîne. Em 11 jin li malê di girtîgehê de ne. Ev metod bi tenê li dijî jinên HDP’yî yê kirin.”

Coşkûn diyar kir ku divê hikumet roj berî rojekê deng bide qîrîna berxwedêrên greva birçîbûnê û got ku “Li hemberî zextên dewletê, em ê dev ji doza xwe ya mafdar bernedin. Ji ber ku Leyla Guven mafdar e û em jî bi wê re ne. Divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin. Tecrîd sûcê mirovayetiyê ye. Ez bang li hemû kesan dikim, deng bibin qîrîna Leyla Guven û girtiyan.”