Wekîlên HDP’ê serdana Guvenê kirin

Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel û Tulay Hatîmogûllarî serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirin, ku ev 146 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 146’an de didome. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û Parlamentera Edeneyê Tulay Hatîmogûllarî serdana Leyla Guvenê kirin.

Hatîmogûllarî serdana Guvenê li ser hesabê xwe ya tevna civakî parve kir û got; “Dildar Leyla Guven li dijî zilmê her ku bedena wê zeyîf dibe lê bi îradeya xwe ya bihêz li ber xwe dide. Haydê em bibin dengê Leylayan. Beriya ku dereng bibe. Leyla ji her kesê re silav û heskirina xwe dişîne.”