Parlamentoya Urdunê zewaca temenê biçûk erê kir

Parlementoya Urdunê pêşnûmeya zewaca temenê biçûk li ser erêkirina dadger a zewaca temenê navbera 16-18’an a zarokên keç erê kir.

Her çendî li Urdunê temenê zewaca zarokên keç 18 be, lê temenê zewaca zarokên keç ji 15 saliyê destpê dikir. Roja Yekşemê parlemento li hev civiya û li şûna qedexekirina zewaca temenê biçûk a zarokên keç pêşnûmeyeke ku zewaca zarokan a temenê 16’an li xwe digire erê kir.

Di çarçoveya rêkûpêkiya bi awayê ‘zewaca awarte’ dihate nirxandin, li ser erêkirina dadger û erêkirina hinek zarokên keç divê hinek şer bên bicihanîn. Ev rêkûpêkî heman demê zewaca malbatî ya li ser berjewendiyan jî li xwe digire.

Li Urdunê bi salan e rêxistina femînîst a li dijî zewaca zarokên keç kampanya bi rê ve dibe. Hefteya borî Rêxistina Çavdêriyê ya Mafê Mirovan (HRW) bang li Parlamentoya Urdun kir ku zewaca zarokên keç ên temenê biçûk qedexe bike.

NRW’ê got: “Urdun divê vê fersanda zewaca temenê biçûk a zarokên keç qedexe bike, ji derveyî daxwaza taybet divê li gorî qanûna temenê zewacê ya 18 salî bimîne.”

Li gorî daneyên fermî yên Wezarta Edaletê 2017’an 77 hezar û 700 kes zewicîn e. Ji vê rêjeyê 10 hezar û 434 ango ji sedî 13,4 zewaca temenê biçûk bû.

Alîkara Midûrê Rojhilata Navîn a HRW’ê Michael Page bi gotina ‘Zewaca zarokên biçûk, xeyalên zarokan didizin û tenduristiya wan û perwerdehiya wan dixe xeteriyê’ nerazîbûn nîşan dabû.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Edaletê yê Fasê Mûhammed Aûjjar a 22’yê Adarê daxuyanî dabû, anîbû ziman ku zewaca temenê biçûk a zarokên keç di asta herî lezgîn de her diçe zêde dibe.