Li kolanên Swîsreyê 7 hezar pankart hatin hildan: Bibin deng

Çalakiya Jinên Swîsreyî ya ‘7 hezar pankart’ ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê destpê kir. Jinên ku li kolanên Swîsreyê bi pankartan balê dikişînin ser grevên birçîbûnê peyamên ‘Dengên berxwedan bibihîsin’ dan.

Piştevaniya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi demê re belavî her derê bû, dewam dike.

Tevgerên Jinên Enternasyonalîs ên Femînîst û Swîsreyî, ji bo dengê 7 hezar girtiyên di grevê de ne bê bihîstin çalakiya ‘7 hezar pankart’ a bi hefteyan e amade dikin destpê kir.

Di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma ‘Em dengê vê berxwedanê bihîst, dem dema dana bihîstina vê dengî ye’ hate destpêkirin de jinan îro li gelek kolanên Swîsreyê pankartên balê dikişîne ser grevan hildan.

Jinan ji bo xurtkirina piştevaniya navneteweyî, dîsa berxwedana bi pêşengtiya Leyla Guven û zîndanan pêşketî hê baştir bê dîtin, li qadên cemawerî û şaneşînên avahiyên ku baş bên dîtin pankart bilind kirin.

Jinên bi gotina ‘Nebêjin tiştek nabe, tiştekî bikin’ ketin tevgerê, li şaneşînên malan, cihên kar, pir, rêyên bajar, kolan, avahî, tren, tranvay û gelek cihên cuda pankartên hildayîn bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê.

Hinek pankartên hatibûn hildan ev nivîs li ser hebûn: ‘Em dengên berxwedanê ne’, ‘Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e, Ocalan’, ‘Dengê zindanan bibihîsin’, ‘Deng bidin berxwedana jinan’ û ‘Bibin dengê Leylayan’.