Li Baglarê jin li dijî tecrîdê meşiyan
Li navçeya Baglarê jin ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Li navçeya Baglarê jin ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Li taxa Kaynartepe ya navçeya Baglar a Amedê, komek ji jinan li hev civiya û ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Jinan bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê û banga xwedîderketina li grevên birçîbûnê kirin.
Jin li ber çepik û tilîliyan meşiyan û dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Amed ranezê, li zindanan xwedî derkeve" qîriyan.