Di meha Adarê de 27 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên li ser Jinan Rawestînin diyar kir ku di meha Adarê de 27 jin hatine qetilkirin.

Platforma Em ê Cînayetên li ser Jinan Rawestînin (KCDP), rapora tundiya li dijî jinê ya Adara 2019'an eşkere kir. Li gorî rapora platformê ya ku agahî ji serlêdan û çapemeniyê girtine, di Adarê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. Platformê anî ziman ku îstîsmara li dijî zarokan û tundiya zayendî ya li dijî zarokan ji agahiyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin zêdetir e û tundiya zayendî û îstîsmara li dijî zarokan berdewam dike. Li gorî raporê li Stenbolê 8, Li Mêrsînê 2, li Antalyayê 2, li Enqereyê, 1, li Edeneyê 1, li Bûrsayê 1, li Erziromê 1, li Dîlokê 1, li Hatayê 1, Îzmîrê 1, li Kirikkaleyê 1, li Kirklareliyê 1, li Kocaeliyê 1, li Konyayê 1, li Tokatê 1, li Trabzonê 1, li Ûşakê 1, li Gumuşhaneyê jî 1 jin hatin kuştin.

Li gorî raporê di nava 27 jinên hatin kuştin de faîlê 9 jinên hatin kuştin nehat diyarkirin. 6 jin ji aliyê zilamê bi wan re zewicîbûn ve hatin kuştin. 4 jin ji aliyê kurê xwe ve 1 ji aliyê nîşaniyê xwe ve hat kuştin. Jinek jî ji aliyê pismamê xwe ve hat kuştin. Jinek jî ji aliyê zilamê ku hev berdan ve hat kuştin. Jinek ji aliyê zavayê xwe ve hat kuştin. 10 jin bi çekan hatin kuştin, 3 hatin fetisandin. 2 bi lêdanê hatin kuştin. Ev jin hatine kuştin: Samîra Arslan, Ayşe Demîr, Sînem Gedîk, Sûzan H., Elmas Aksû, Fikar Talû, Hacer Cengîz, Fatma Şengul, Ayyûş Çetîn, Ayşe Dayioglû, Ozlem S.,Mîne Topçû, Seher Polat, Fatma Erdogan, Muslîme B, Nîhal Işildar, Yelîz Y, Saadet K., Kezîban Ercan, Ayşe Solmaz, Zeynep Esîn, Arzû Ozkan, Leylî E., Zeynep Ozturk, Aynî D., Ebrû Erdem û jineke 47 salî ya ku navê wê nehat hînbûn.