YJA-Star: Berxwedan wê faşîzmê hilweşîne, tecrîdê bişkîne

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê ji bo 4’ê Nîsanê daxuyanî da û got; “Em soza xwe ya parçekirina tecrîda Îmralî û li Kurdistana azad bi Rêbertiyek Azad re jiyan kirin û têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin, nû dikin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye;

“Rojbûna 70’î ya Rêbertiya me ku ji bo gelê Kurd weke roja azadiyê û îro bi ronahiya xwe hemû mirovatiyê ronî dike serî de li Rêbertiya xwe pîroz dikin. Serî de rojbûna gelê Kurd û hemû gelan 4’ê Nîsanê li gelê xwe, hemû mirovên lêgerîna azadiyê û li jinan pîroz dikin.

Gelê Kurd û jina Kurd ku di nava pencikên qirkirinê de înkar, îmha û asîmîlasyon dihate sepandin bi rojbûna Rêber Apo re di rêya civaka azad û jina azad de ji nû ve xwe afirand. Eger dîrok û civakê rêberên wiha dernexistiba holê, îro îdîayek ya me ya avakirina civakekî polîtîk û ehlaqî wê nebûya. 4’ê Nîsanê ji rojbûneke bîyolojîk zêdetir, rojbûneke sosyolojî, polîtîk, manevî û çandî ye.

DÎROK ŞAHIDIYÊ JI BERXWEDANIYA SERDEMÊ RE DIKE

4’ê Nîsanê em bi pêvajoyekî ku Rêbertiya me tecrîd kiriye pêşwazî dikin û bersiva herî mezin a ji bo vê jî hevrêyên me di berxwedana greva birçîbûnê de dide. Dîrok şahidiyê ji berxwedaniya serdemê ku bi pêşengiya jinan û gelê Kurd ya li dijî hişmeniya komploger a navnetewî tê kirin, dike. Grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya hevrê Leyla Guven û Nasir Yagiz an dest pê kir û hê ji didome pêl bi pêl belav dibe û di qonaxek kritîk de bersiva herî mezin dide hêzên desthilatdar. Hevrê Zulkuf, Ûgûr, Ayten, Zehra, Medya bi canê xwe ev berxwedan geştir kirin, gihandin lutkeyê  û nîşanî hemû cîhanê dane ku berxwedan azad dike.

BERXWEDAN WÊ FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNE, TECRÎDÊ BIŞKÎNE

Em bi baweriya xwe ya berxwedan wê faşîzmê hilweşîne, tecrîdê bişkîne dibêjin şerê rûmet û azadiyê ya bi pêşengiya felseeya Rêber Apo bi teqez ew ê bi ser bikeve. Em gerîlayên YJA-Star carek din biryardariya xwe ya ji bo parçekirina tecrîda li ser Rêbertiyê û rolê ku di têkoşîn û berxwedanê de dikeve ser milê me em ê bileyzin, diyar dikin. Em soza xwe ya parçekirina tecrîda Îmralî û li Kurdistana azad bi Rêbertiyek Azad re jiyan kirin û têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin, nû dikin.”