Newaya Jin bû 15 salî

Rojnameya Newaya Jin ku Nîsana 2005’an li Ewropayê dest bi weşanê kirî, 14 salên xwe yên weşanê dagirt û bû 15 salî. 

Rojnameya Newaya Jin a 4’ê Nîsana 2005’an bi dirûşmeya “Di jiyana we de rûpeleke nû” dest bi weşanê kirî, di 15 saliya xwe de bi manşeta “Em ê rê nedin komkujiyan” derket. 

Di 14 salên xwe yên weşanê de rojnameyê giranî da rojeva xwendevanên xwe yên li Ewropayê û pêşketinên li Kurdistan û cîhanê ji nêz ve şopandin. 

Rojnameya ku bi Tirkî û Kurdî weşan dike, di 14 salên xwe yên weşanê de 169 hejmar derxistin û cih da gelek lêkolîn, pirtûk, broşur û projeyan. 

Newaya Jin ku bi hezaran xwendevanê wê hene û li ser malpera xwe ya înternetê jî tê şopandin, xwedî rojeveke zindî ya jinê ye.