Dayikên Şemiyê ji bo Talat Turkoglû li hev civiyan

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Serokê demê yê Partiya Karker Talat Turkoglû pirsin ê ku 1’ê Nîsana 1996’an hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 732’emîn de carek din xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Lê polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kirin. Dayîkên Şemiyê li ser vê yekê li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakiya xwe pêk anîn. Xizmên windayan wêneyên windayan hildan û tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin. Gelek mirovên Şemiyê beşdarî çalakiyê bûn. Dayikan di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Talat Turkoglû yê di 1’ê Nîsana 1996’an hatibû destgîr kirin û windakirin, pirsîn. Ji Mirovên Şemeiyê Sebla Arcan daxuyaniya vê heftê da.

Arcan, diyar kir ku ev 33 heftene, bi awayekê bê hiqûqî Qada Galatasarayê li wan hatiye girtin û wiha axivî: “Li dijî vê bêhiqûqiyê em banga edaletê dikin. Di hefteya 732’yemîn de em ji bo Ziynetî Turkoglû ya 23 salan li aqûbeta kurê xwe Talat Turkoglû geriyan kom bûn. Talat Turkoglû (45) yê bi nasnameya sosyalîst dihat naskirin, li Avcilara Stenbolê dijiya. Talat berî jî 4 caran hatibû binçavkirin. Rastî îşkenceyên giran hat û bi salan di girtîgehê de ma. Talat di 29’ê Adara 1996’an de, ji bo ku biçe serdana dayika xwe ji Stenbolê heta Edîrne bi otobûsê çû. Polîsên ku Talat Turkoglû dişopandin, ew heta ber deriyê malê jî şopandin û dema Talat digehije malê û vê yekê ji xwişk û birayên xwe re dibêje. Piştî ku Talan çend rojan bi dayik, xwişk û birayên xwe re derbas dike, di 1’ê Nîsana 1996’an de ji bo vegere malê dikeve serê û carek din agahî jê nayê girtin.”

‘TURKOGLÛ BI ÊŞKENCEYÊ HATE KUŞTIN’

Arcan, da zanîn ku malbata Turkoglû serî li hemû sazî û dezgehên dewletê dan, lê tu encam bi dest nexistin. Arcan, destnîşan kir ku endamê JÎTEM’ê Kasim Açik di sala 1997’an de, gotibû ku Talat Turkoglû bi êşkenceyê kuştin û cenazeyê wî avêtin Çemê Merîç. Arcan, anî ziman ku divê berpirsên Turkoglu bên darizandin û ceza kirin û em Dadgeha Bingehî dawetî berpirsiyartiyê dikin.”

‘TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME’

Birayê Cemîl Kirbayir ê di sala 1980’iyan hatibû destgîrkirin û windakirin Mîkaîl Kirbayir piştî daxuyaniyê axivî û wiha got: “Têkoşîna me ya li Qada Galatasarayê wê bidome. Kesên rêvebertiya me dikin, em kirin nava du dîwaran. Em ji vê yekê ne razîne. Em mafê xwe li wan helal nakin. Ji ber vê em gilîdarin.”

Parêzera malbata Turkoglû Gulîzar Tûncer dûre axivî û da zanîn ku divê berpirs hesab bidin.

‘TÛ HÊZ NIKARE ME BÊDENG BIKE’

Xwîşka Talat Turkoglû Munube Turkoglû jî axaftina kurt kir û wiha got: “Hêzên ewlekeriyê heskiriyên me destgîr kirin û serwinda kirin. Dewletê kesên windakirin aqûbetên wan dernexistin holê û berpirsîn wan jî ne darizandin. Hiqûq bi cih ne anîn. Ji ber vê tu hêz nikare me bêdeng bike. Gelo em ê çiqas din li bendê bin? Heta ku edalet pêk were, em ê li vê derê bin. Hûn jî werin. Temenê dayika min têre nekir ku kurê xwe Talat bibîne. Emrê wan derbas bû, lê hîna jî şîna me bi dawî nebûye. Edalet ji bo xizmên windayan nehatiye. Mafê jiyanê yê Talat hat dizin. Heta em Talat Turkoglû bi dayika axê re neyinin ba hev, emê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Divê êdî edalet bê vî welatî.”