KJK: Rojbûna me pîroz be

KJK'ê bûyina Ocalan pîroz kir û got, ''Em dibêjin roja bûyinê ya Rêbertiya Konfederalîzma Demokratîk bûyina bi azadî ya jinan e. Bûyina me pîroz be''.

Koordînasyona KJK'ê ji ber roja bûyinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuayniya KJK'ê de wiha hate gotin:

''Roja bûyinê ya Rêbertiya me, ku di serî de tê maneya jiyana azad a jinan û ya hemû jiyana azad a Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê, li mirovê Azad Rêber Apo, li hemû jinan û li gelên Rojhilata Navîn pîroz be. Di dîroka gelan de tim guherînên mezin hene. Ev guherîne, bi rengê pêvajoyên bihurînekê yên dîrokî têne binavkirin û weke rêveçûna ber bi azadiyê ve û ji nû ve bûyinê têne dîtin. Ev mîna şoreşekê an jî mîna gaveke biçûk tê dîtin. Ev ji yek bûyinê zêdetir e. Bûyina Rêber Apo çêbûyina bi milyonan e. Bûyina mirovahiya azad e. Bûyina jina azad e. Bûyina civakîbûyina azad e. Îro mîna bûyina modernîteya demokratîk berbiçav bûye. Veguherîna mezin a gelê Kurdistanê û gelê Rojhilata Navîn bi têkoşîna berxwedana civakî îro veguheriye ser rêveçûna azadiyê. Bi mezinbûnê re, bi berwedana li dijî faşîzmê ketiye pêvajoya serkeftinê. Bi vê berxwedana bêhempa a Rêber Apo, di serî de rizgariya Rojhilat Navîn, Kurdistanê û gelên cîhanê, bi paradîgmaya ''neteweya demokratîk'', bi têkoşîneke enternasyonalîst bersiva xwe dibîne. Bûyina Rêber Apo mîna bûyina hemû gelan, mîna bûyina azad dibe xwedî maneyekê. Bi pêngava berxwedanê û serfiraziyê, li dijî şerê înkar û qirkirinê, bi rengê têkoşîna gelan berbiçav dibe.

BÛYINA LÊGERÊN HEQÎQETÊ

Rêber Apo, ji lêgerên heqîqetê re, ku ji bo mirovahiya azad têdikoşin, bûye rê û bûyin. Bi pênaseya Rêbertiya me, ''sê bûyinên min hene''; ya pêşî, bi çêbûna ji dayika Uveyş, ku em bi hurmet bi bîr tînin, ya dî, bi hişyarkirina Kurdan a ji xewa mirinê, ya sêyan jî bi veguherandina ser berxwedaniya mezin û anîna vê ya ser ''xwebûn'ê,  hatiye vegotin. Ev ji bo hemû parçeyên Kurdistanê bûye sedema biharê, bûye nasname, nav û sedema bûneweriyê. Ev bûyin bûyina rasteqîniya jinê ye ku li pey azadiyê derketiye ser çiyan şer dike û azad dibe. Ev bûyin bûye avabûna civaka azad ya bi pêşengiya jinên bi giyanê azad ku ji gundan ta bi bajaran, çiyan, ji bajaran ta bi gundan îro li meydanan azadiyê diqêrin. Rêber Apo bi rasteqîniya gelê ku veguheriye ser Newrozê, bi bûyina dengê azadiyê, dadmendiyê, hişyariya dîrokî ya mezin ava kiriye. Bi coşiya vê bûyinê em hemû jinan û mirovahiyê pîroz dikin.

Rêber Apo, di serdemeke wiha ya sedsala 21'ê de ku aqilê zilamserweriyê li asta herî bilind e, pêşî bi xweazadkirinê, ji bo azadkirina hemû civaka me bûye xwedî hewldaneke mezin. Bi perspektîfa îdeolojîk, bi hişmendiya jiyana azad û bi rêbazên têkoşînê, tim ji têkoşîna azadiyê re bûye ronkahî. Yek ji xebata herî bêhempa a Rêber Apo pêkanîna azadiya jinê û rista ku li jinê bar kiriye û ew bixwebawerî ye, ku daye jinê. Rêber Apo, rêya ku diçe ser azadiya jinê bi îdeolojiya rizgariya jinê berbiçav kiriye. Bi nêzîktêdayina paradîgmayî ya li ser vê pirsgirêke, nîşanî hemû cihanê daye ku azadiya jinê li pêşiya hemû azaddiyan e û wiha perspektîfa azadiyê nîşan daye. Azadiya jinê, di çareseriya hemû pirsgirêkên civakî de bi risteke sereke ye. Di çêbûna rêbaz û şêwaza têkoşînê de Rêber Apo kedeke mezin daye pêşengî kiriye.

XETA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK BI SER DIKEVE

Çawa ku azadiya jinê ji bo Rêber Apo rêgezeke sereke be, hêzên dijberî Rêbertî jî, herî pir berê xwe dane ser jinê û dixwazin derbê li xeta azadiyê bixin. Îro, şoreşa Rojava, ''Bi pêşengiya fedaîtiya jinê û berxwedaniya wê, bi pêşengiya jinê, rasteqînî û sembola şoreşa Rojava ye''. Bi berxwedan û keda bêdawî ya Rêber Apo, pêşengiya jinan û berxwedaniya wan, têkoşîn û hevgirtina wan bi ser dikeve. Di tifaq herî gemarî ya dîrokî de, ya ku bi pêşengiya barbariya DAÎŞ'ê pêk hatî, êrîşa hovane û dijmirovî têk çûye. Ji bo vê jî faşîzma Erdogan têk çûye. Xeta modernîteya demokratîk a Rêber Apo serkeftina xwe didomîne.

ŞIKANDINA TECRÎDÊ Û FAŞÎZMÊ PEYWIRA ME YA SEREKE YE

Em bang li gelê xwe, gelan, jinan û ciwanan dikin ku pêngava azadiyê û berxwedanê serfiraz bikin, berxwedana greva birçîbûnê geş bikn, pêngava serfiraziyê bi ku raweste têkoşînê geş bikin. Bi têkoşîna rêxistinî ya jinan û gelan em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin, faşîzmê hilweşînin û bi Rêber Apo re bi azadî bijîn. Heta pêngava serfiraziyê, peywira me jinan e ku em tecrîdê û faşîzmê bişkînin.  Bi têkoşîna xwe ya azadiyê û demokrasiyê em ê derbeke bêhtir civakî li faşîzmê bixin. Em dibêjin, rojên ku em bigihin Rêbertiya azadiyê nêz e. Bi bi şikandina tecrîdê, em ê azadiya civakî bi berxwedanê bi dest ve bînin. Heta ku em azadiya Rêbertî pêk neyînin, ti azadî pêk nayê. Azadiya Rêbertiya me di serî de ji bo jinan,  gelan, cihêtiyên civakî, lêgerên demokrasî û azadiyê, wê bibe azadî. Bi vê helwesta xwe ya têkoşînê û bi rawesta xwe, em bang dikin ku azadiya Rêber Apo were mîsogerkirin. Em dibêjin roja bûyinê ya Rêbertiya Konfederalîzma Demokratîk, bûyina azadiyê ya jinan e. Bûyina me pîroz be. Bijî Serok Apo.''