CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Gefa Îsraîlê ya li ser Refahê tirs û fikaran zêde dike
Îsraîlê ferman da ku li Refahê operasyon bê kirin ku zêdeyî 1,3 milyon mirov lê ne ku piraniya wan ji Xezeyê reviya bûn û xwe lê girtine. Ji ber vê yekê jî tirs û fikar zêde bûne ku komkujî û krîzeke nû ya mirovî rû bide. -
Hilbijartinên Pakistanê: Alîgirên serokwezîrê berê yê girtî li pêş in
Alîgirên serokwezîrê berê yê girtî yê Pakistanê Îmran Han di hilbijartinên roja Înê de li pêş in. Hêj encama nîvê sindoqan hatiye eşkerekirin. -
Di şerê Xezeyê de rewşa dawî
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve li Şerîda Xezeyê piraniya wan jin, zarok û ciwan 27 hezar û 947 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Sûdanî: Divê hêzên koalîsyonê ji Iraqê derkevin
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku ew li ser bidawîkirina hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê bi israr in. -
Li Parîsê 2 nijadperestên Tirk ji ber ‘pesnê terorîzmê dan’ hatin binçavkirin
Hat ragihandin ku li paytexta Fransa Parîsê 2 nijadperestên Tirk ji ber "pesnê terorîzmê dan” hatin binçavkirin. -
Li peravên Tûnisê keştiyek noqî binê avê bû: 13 koçberên Sûdanî mirin
Li peravên Safakesê yê Tûnisê, keştiyek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Di encamê de 13 koçberên Sûdanî mirin, 27 jî winda ne. -
Li Şerîda Xezeyê heta niha 27 hezar û 840 kes hatine kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha di encama êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê 27 hezar û 840 kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Hikumeta Bexdayê: Koalîsyon veguheriye faktora nearamiyê
Berdevkê leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku koalîsyona navneteweyî li Iraqê veguheriye 'faktora nearamiyê'. -
Di êrîşa DYE’yê de ya li Bexdayê fermandarekî payebilind ê Hizbullahê hate kuştin
Di encama êrîşa DYE’yê de ya li paytexta Iraqê Bexdayê şeva Çarşemê, fermandarekî payebilind ê Tabûrên Hizbullahê ku bi alîgirê Îranê tê hesibandin hate kuştin. -
Li Bexdayê êrîşa li dijî Hîzbûllahê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da - NÛ BÛ
Li Bexdayê wesayîteke Hîzbûllaha Iraqê bi dronê hedef hat girtin. Hat îdiakirin ku êrîşa ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane ji aliyê DYE'yê ve hatiye kirin. -
Li gorî Îranê tu egerên hebûna DYE’yê li Rojhilata Navîn tune ne
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî anî ziman ku tu egerên hebûna leşkerên DYE’yê li Rojhilata Navîn tune ne û berovajî vê yekê ji bo ewlehiya herêmê tehdîd e. -
Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan nêzî 28 hezarî bû
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha li Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de hejmara Filistîniyên ku hatine kuştin, bûye 27 hezar û 708 kes. -
Di êrîşa Îsraîlê de herî kêm 10 kes mirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê de yên li ser bajarê Hûmsê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Fîlîpînê erd şemitî: Herî kêm 5 kes mirin, 31 kes birîndar bûn
Li herêmeke çiyayî ya li başûrê Fîlîpînê erd şemitî. Di karesatê de ku ji ber baranê rû da, herî kêm 5 kes mirin, 31 kes jî birîndar bûn. -
Şerê Xezeyê di roja 123'an de ye
Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, di êrîşên Îsraîlê de heta niha 27 hezar û 585 kes hatin kuştin. -
Wezîrê Parastinê yê Tirk li Bexdayê ye
Di navbera dewleta Tirk û dewletên herêmê de rojên dawî di astên cuda de hevdîtin têne kirin. -
Li Şîliyê şewata li daristanan: Hejmara qurbahiyan bû 112 kes
Li herêma Valparaîso ya Şîliyê, ku cihekî tûrîstîk e, ji ber şewata li daristanan herî kêm 112 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tirs û fikar hene ku hejmara qurbaniyan hîn bêhtir zêde bibe. -
Li Xezeyê hejmara miriyan bû 27 hezar û 365 kes
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve de hejmara yên ku li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane bû 27 hezar û 365 kes. -
Li Şîliyê şewata li daristanan: Herî kêm 51 kes mirin
Li Şîliyê agir bi daristanan ket. Herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dan. Heta sibeha Yekşemê jî ji 90 deverên ku agir bi daristanê ket, li 30 deveran şewatê dewam dikir. -
Artêşa Îsraîlê: Li Lubnan û Sûriyeyê me bombe li hezaran 'hedefên' Hîzbûllahê barand
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji meha Cotmehê dema destpêkirina şerê li Şerîda Xezeyê û vir ve wan bombe li 3400 hedefên Hîzbûllahê yên li Lubnanê, 50 nuqteyên Hîzbûllahê yên li Sûriyeyê barandine. -
DYE’yê li Iraqê êrîş kir: 16 kes hatin kuştin
Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand ku di encama êrîşên Emerîkayê yên li ser Iraqê de 16 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Li Xezeyê hewcedariya 1 mîlyon zarokan bi alîkariya tenduristiya ruhî heye
Li gorî texmînên Fona Piştgiriya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hema bêje hemû zarokên li Şerîda Xezeyê hewcedariya wan bi alîkariya ruhî hene. -
Li Elmanyayê grev: Li gelek bajaran çûnûhatin xitimî
Li Elmanyayê xebatkarên çûnûhatinê yên herêmî dest bi grevê kirin. Li gelek bajaran çûnûhatina otobus, metro û tramvayan sekinî. -
Li gorî Îsraîlê 10 hezar endamên Hamasê hatin kuştin
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê îdîa kir ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di şer de 10 hezar endamên Hamasê hatine kuştin. -
Cotkarên Yewnanistanê bi sedan traktoran çalakî li dar xistin
Li Yewnanistanê, nêzî 300 traktor û bi dehan kamyonên mêşên hingiv li lêdana qorneyan û bi hilgirtina alên reş û spî li navenda Selanîkê ku fûara sereke ya çandiniyê lê dihat lidarxistin, kom bûn.