Di êrîşa DYE’yê de ya li Bexdayê fermandarekî payebilind ê Hizbullahê hate kuştin

Di encama êrîşa DYE’yê de ya li paytexta Iraqê Bexdayê şeva Çarşemê, fermandarekî payebilind ê Tabûrên Hizbullahê ku bi alîgirê Îranê tê hesibandin hate kuştin.

Piştî êrîşên ku hema hema hefteyekê li dijî baregehên Emerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê pêk hatine, di êrîşa li Bexdayê de tugayên Hizbullahê hedef hatin girtin. Beriya van êrîşên Emerîkayê, di 28’ê Çileyê de 3 leşkerên Emerîkî di êrîşeke balafirek bêmirov li naverasta çola Urdinê li ser sînorê Sûriyeyê hatibûn kuştin.

Tugayên Hizbullahê bi daxuyaniyekê ragihand ku yek ji fermandarên wan ên payebilind Ebû Bekir El Saadî di êrîşa roja Çarşemê ya Emerîkayê de hatiye kuştin. Hat ragihandin ku El Saadî berpirsyarê "karên leşkerî" yên li Sûriyeyê bû.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Emerîkayê (CENTCOM), êrîşa li Iraqê piştrast kir û got ku "fermandarekî Tugayên Hizbullah ku rasterast ji plankirin û beşdarbûna êrîşên li dijî hêzên Emerîkiyên li herêmê berpirsyar bû, hat kuştin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "DYE wê ji bo parastina gelê me gavên pêwîst bavêje" û hat gotin, "Wê hesab ji her kesê ku gefê li hêzên Emerîkayê dixwe bê xwestin.”

Rayedarekî ewlekariyê yê Iraqê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku di êrîşa ku wesayîtek hedef hat girtin de bi giştî 3 kes mirine ku di nav wan de "du fermandar" Tugayên Hizbullahê û ajokarê wan jî hene.

Tabûrên Hizbullahê ku ji aliyê Washîngtonê ve weke komeke "terorîst" tên pênasekirin û tên hedefgirtin, di hefteyên berê de jî bûbûn hedefa êrîşên DYE'yê yên li Iraqê.

Ev kom yek ji hêzên pêşeng ên "Berxwedana Îslamî ya Iraqê" tê hesibandin ku di hefteyên dawî de bi dehan êrîşên li dijî leşkerên Emerîkî û hevkarên wê yên di koalîsyona navneteweyî ya li Iraq û Sûriyeyê de girt ser xwe.

Bi giştî ji nîvê meha Cotmehê û vir ve zêdeyî 165 êrîşên bi roket û balafirên bêmirov li dijî leşkerên Emerîkî yên li Rojhilata Navîn pêk hatine.

Tevgera El Nuceba ya Iraqê ku di nava "Berxwedana Îslamî" de ye nerazîbûn nîşanî kuştina Ebu Bekîr da û ji bo vê êrîşê soza "bersivê" da û got, "Ev sûc wê bê ceza nemînin."