Li Şîliyê şewata li daristanan: Herî kêm 51 kes mirin

Li Şîliyê agir bi daristanan ket. Herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dan. Heta sibeha Yekşemê jî ji 90 deverên ku agir bi daristanê ket, li 30 deveran şewatê dewam dikir.

Li herêmên navîn û başûr ên Şîliyê, agir bi gelek qadên daristanî ket ku şewata herî giran a deh salên dawî ye. Hate ragihandin ku herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dan. Fikar hene ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Li girên herêma Valparaîsoyê ku herêmeke tûrîzmê ye, 19 kes li taxa Vîlla Îndependencîayê mirin.

Ji rayedarên Wezareta Karên Hundir Manûel Monsalve anî ziman ku tevî qurbaniyan her wiha ji 3 heta 6 hezar xanî ji ber şewatê xisar dîtin an jî bi temamî şewitîn.

Serokdewlet Gabrîel Borîc bi helîkopterê li ser qada karesatê geriya û diyar kir ku li peravê Pasîfîkê qadeke bi 43 hezar hektarî ya daristanî şewitî. Her wiha ragihand ku fikar hene, hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Ji roja Çarşemê û vir ve li herêmên navîn ên Şîlî û paytext Santîagoyê germahî nêzî 40 pileyî bû.

Ev pêla hewa germ a ji ber fenomena avhewayê ya El Nîno rû da, bandoreke giran li başûrê Latîn Emerîkayê dike û dibe sedema şewata li daristanan.

Piştî Şîlî û Kolombiyayê, pêla hewa germ wê rojên bê bandoreke giran li Arjantîn, Paragûay û Brezîlyayê bike.