Artêşa Îsraîlê: Li Lubnan û Sûriyeyê me bombe li hezaran 'hedefên' Hîzbûllahê barand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji meha Cotmehê dema destpêkirina şerê li Şerîda Xezeyê û vir ve wan bombe li 3400 hedefên Hîzbûllahê yên li Lubnanê, 50 nuqteyên Hîzbûllahê yên li Sûriyeyê barandine.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî roja Şemiyê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Li Sûriyeyê me êrîş bir ser binesaziya Hîzbûllahê."

Hagarî anî ziman ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve, "Ji bejahî û hewayî ve me êrîş birin ser zêdeyî 50 hedefan" û diyar kir ku artêşa Îsraîlê kêm caran li operasyonên xwe yên li Sûriyeyê mikur tê.

Berdevk her wiha got, "Li Başûrê Lubnanê bombe li 3400 hedefên Hîzbûllahê barandin" û îdîa kir ku di heman demê de 200 'terorîst û fermandar' hatine kuştin.

Ev daxuyanî di demeke welê de hate kirin ku fikar heye artêşa Îsraîlê êrîşeke leşkerî bibe ser bajarê Refahê. Li Refahê zêdeyî milyonek Fîlîstîniyên ji cih û warê xwe bûne, hene. Bi gotineke din ji nifûsa 2.4 milyon kesî 1.3 milyon kes penaber e.