Li Xezeyê hewcedariya 1 mîlyon zarokan bi alîkariya tenduristiya ruhî heye

Li gorî texmînên Fona Piştgiriya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hema bêje hemû zarokên li Şerîda Xezeyê hewcedariya wan bi alîkariya ruhî hene.

Rayedarekî UNICEF roja înê li Cenevreyê got ku zêdetirî mîlyonek zarok hewcedariya wan bi alîkariya tenduristiya ruhî hene. Ev hema hema tê wateya hemû zarokan.

Rayedar da zanîn ku ji van zarokan herî kêm 18 hezar ji ber tundiyê ji malbatên xwe tişkî nabînin.

Saziya Neteweyên Yekbûyî ji bo sed hezaran zarokên li herêmên Fîlîstînê banga piştgiriya  derûnî kir.

Beriya 7’ê cotmehê jî 500 hezar zarok hewcedariya wan bi alîkariya derûnî hebû. Ji wê demê heta niha UNICEF’ê 40 hezar kesî tedawî kir.

Serokê UNICEF’ê ê li Filistînê got, "Lê ev ji têrê nake."

Saziya Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku heta agirbesta ku niha di navbera aliyan de tê axaftin pêk neyê ew nikarin ji vê zêdetir bikin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku divê 8 hezar nexweş bên derxistin û 6 hezar ji wan jî birîndarê şer in. Ji van herî kêm 1250 kes hatin derxistin. Li gorî WHO’yê, bi sed hezaran nexweşên infeksiyonê jî li Şerîda Xezeyê hatine raporkirin.

Serokê rêxistinê yê Filistînê "xemên" xwe yên li ser kêmxwarinê dubare kir û da zanîn ku zêdetirî du mîlyon mirov nagihêjin xwarinê.

Berdevkê Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) got ku li Refahê "rewş bi rastî ne baş e".