Li Elmanyayê grev: Li gelek bajaran çûnûhatin xitimî

Li Elmanyayê xebatkarên çûnûhatinê yên herêmî dest bi grevê kirin. Li gelek bajaran çûnûhatina otobus, metro û tramvayan sekinî.

Sendîkaya Verdîyê ragihand ku ji bilî Bavyerayê li hemû bajarên mezin ên Elmanyayê veguhestina komî ji sedî 100 sekiniye.

Li gorî sendîkayê 90 hezar xebatkarên ji 132 şîrketên herêmî wê heya roja Şemiyê saet 03.00’yan di grevê de bin. Greva li Berlînê roja Înê danê sibêhê bi dawî bû.

Grevê bandor li trênên herêmî û navbajarî yên ku ji hêla Deutsche Bahnê ve tên xebitandin, nekir.

Sendîkaya Verdîyê niha bi nûnerên sektora veguhestina komî re der barê mûçe û şert û mercên xebatê de mizakereyan pêk tîne.

Alîkara Serokê Sendîkayê Chrîstîne Behleyê got ku di sektorê de gelekî kêmasiya personelan heye û nûnerên xebatakaran daxwaza baştirkirina şertên xebatê dikin.

Sendîka ji bo xebatkarên sektorê bi taybet daxwaza kêmkirina dema xebatê û mûçeya baş dike. Ev daxwaz heya niha ji aliyê nûnerên kardêran ve nedihat qebûlkirin.

Li Elmanyayê di van mehên dawî de ji ber enflasyonê hêza kirînê kêm bûye û ji ber vê yekê gelekî nakokiyên pîşesaziyê rû didin.

Roja Pêncşemê li gelek balafirgehên Elmanyayê ji ber greva personelên ewlehiyê alozî zêde derketin.

Hefteya borî jî greva makînîstên trênê ku çend rojan berdewam kir, bandoreke giran li Elmanyayê kiribû. Greveke din dibe ku bandorê li şîrketa Lûfthansayê ya rêhewayê jî bike.

Ev çalakî li gel çalakiyên cotkaran hikûmeta koalîsyonê ya Olaf Scholzî lewaztir dike.