Li Şîliyê şewata li daristanan: Hejmara qurbahiyan bû 112 kes

Li herêma Valparaîso ya Şîliyê, ku cihekî tûrîstîk e, ji ber şewata li daristanan herî kêm 112 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tirs û fikar hene ku hejmara qurbaniyan hîn bêhtir zêde bibe.

Şewat li herêma navîn a welêt, li qada tûrîzmê rû da. Bi qasî 26 hezar hektar qadeke daristanî şewitî.

Li gorî Servîsa Destwerdan û Pêşîgirtina li Afetê ya Neteweyî (Senapred), nêzî 1.400 arkuj û 1.300 leşker û dilxwaz xwe amade dikin ku li navend û başûrê welêt şewatê vemirînin.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Manûel Monsalve êvara Yekşemê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Li gorî agahiyên ku me ji tiba edlî wergirtin 112 kes mirin û 32 cesed hatine teşhîskirin."

Wezîr ragihand ku arkuj hîn jî hewl didin li 40 deveran şewatê vemirînin.

Şaredarê bajarokê peravî Vîna del Mar Macarena Rîpamontî û waliyê herêma Valparaîso Rodrîgo Mûndaca diyar kirin ku bi sedan kes hîn winda ne.

Lîderê olî yê Katolîk Papa Francîs roja Yekşemê li Romayê piştî dûa Angelûsê bang kir ku ji bo "Kesên di şewata li Şîlî de jiyana xwe ji dest dane û yên birîndar bûn dua bikin."

Berpirsyarê dîplomasiya Ewropayê Josep Borrell jî li ser X'ê daxuyaniyek da û anî ziman ku Yekîtiya Ewropa amade ye di vê dema zehmet de alîkariyê bike.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Fransa piştgiriyê bi hikumet û gelê Şîlî re dike û ji bo alîkariyê amade ye.