Li Xezeyê hejmara miriyan bû 27 hezar û 365 kes

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve de hejmara yên ku li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane bû 27 hezar û 365 kes.

Di şerê li Xezeyê de her roj bîlanço girantir dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 121’an de bîlançoya nû eşkere kir. Li gorî vê bîlançoyê hejmara Fîlîstîniyên ku di êrîşên Îsraîlê de mirine, bû 27 hezar û 365 ku piranî ji wan jin û zarok in.

Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 127 kes mirine û ji 7’ê Cotmehê ve 66 hezar û 660 kes birîndar bûne.

ALIYÊ LUBNAN

Li aliyê Lubnan jî şer û bombebaran didomin. Hîzbûllah’ê eşkere kir ku şervanekî xwe yê din jî winda kirine, lê cih û dem diyar nekir.

Li gel vê mirinê li Lubnan û Sûriyeyê hejmara windahiyên Hîzbûllahê bû 178 ku ji vê hejmarê 162 windahî li Lubnanê dan.

Artêşa Îsraîlê roja Şemiyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ji meha Cotmehê ve li Lubnanê li zêdeyî 3400 nuqteyên girêdayî Hîzbûllah xistiye.