Li Saqizê kolberek hat qetilkirin

Hêzên dewleta Îranê li Saqizê kolberek Kurd qetil kirin.

Hêzên dewleta Îranê di 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê de kolberek Kurd li Saqizê qetil kirin.

Li gorî rapora Rêxistina Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, kolberê binavê Hêmin Ehmedî (45) yê ji gundekê girêdayî bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê, di dema ku li sînorê Bestam derbaz dibû, bi guleyên nobedarên sînor yên Îranê ve hate qetilkirin.

Li gor rapora Kolber News ku Çarşema borî weşandibû, ji 1’ê Gulana 2023 heta 1’ê Gulana 2024’an 52 kolber ku 44 ji wan zarok bûn ji aliyê dewleta Îranê ve hatine qetilkirin û 450 kolber jî birîndar bûne.