Di şerê Xezeyê de rewşa dawî

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve li Şerîda Xezeyê piraniya wan jin, zarok û ciwan 27 hezar û 947 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 126’emîn a şerê Xezeyê de ji raya giştî re bîlançoyeke nû parve kir û ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 107 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê ragihand ku ji destpêka şer û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 27 hezar û 947 kesan jiyana xwe ji dest dane, 67 hezar û 459 kes jî birîndar bûne.

LI REFAHÊ ÊRÎŞ DIJWAR BÛN

Îsraîlê êrîşên xwe yên li dijî Refahê dijwartir kir. Piştî daxuyaniya serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyah ya derbarê berfirehkirina êrîşên li dijî başûrê Xezeyê, li gorî agahiyên nexweşxaneya Kiwêtê ya li Refahê di encama topbarana Îsraîlê de herî kêm 13 kes hatin kuştin.

Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, da xuyakirin ku talûka "sûcên şer" heye. Komîserê Mafên Mirovan Volker Turk got, "Texrîbata mal û milkan ku bi awayekî neqanûnî, bê sedem ku xwe naspêre hinceta pêwîstiyên leşkerî, binpêkirina giran a Peymana Cenevre ya Çaremîn û sûcê şer e."

Zêdeyî nîvê şêniyên Şerîda Xezeyê reviyane bajarê Refahê ku piraniya xeta sînor ji aliyê Misrê ve girtiye û di heman demê de nuqteya sereke ya ketina alîkariya mirovî ye.

Misrê, hişyarî da ku her koçberiyeke girseyî ango operasyoneke bejahî ya li ser sînor, dê peymana aştiyê ya 40 salan a bi Îsraîlê re bikeve xeteriyê. 

Rêxistinên mirovî ya navnetewî jî diyar kirin ku eger operasyoneke mezin li Refeh pêk were dê karesata mirovî ya heyî, girantir bike.

HEWLDANÊN AGIRBESTÊ

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Qeter û Misir, ragihandin ku ji bo berdana dîlgirtiyan misoger bikin ew danûstaninan ji bo agirbestek nû dikin. Hamas daxwaza dawîanîna şer, vekşîna Îsraîlê bi temamî ji Xezeyê û azad berdana çalakvanên navdar ên di zîndanan de dike.

Benyamin Netanyahu roja Sêşemê van daxwazan red kir û got ku Îsraîl ti carî dê peymanek ku beşek axê ku kontol dike, radest bike qebûl neke.

Lê belê Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blînken ê di serdaneke xwe ya li herêmê de diyar kir ku hêj jî peymanek gengaz e û wê danûstandin bidomin.