Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan nêzî 28 hezarî bû

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha li Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de hejmara Filistîniyên ku hatine kuştin, bûye 27 hezar û 708 kes.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 124’emîn a şerê Xezeyê de ji raya giştî re bîlançoyeke nû parve kir û ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha 27 hezar û 708 kesan jiyana xwe ji dest dane û piraniya wan jin û zarok in.

Wezaretê ragihand ku di nava 24 saetên dawiyê de 123 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji destpêka şer heya niha jî 67 hezar û 147 kes jî birîndar bûne.

HEVDÎTINÊN AGIRBESTÊ

Li aliyê din jî mizakereyên agirbestê jî berdewam dikin. Li gorî nûçeya Reûtersê, Hamasê piştî pêşniyara hevpeymana agirbestê ya 135 rojan ya Misir û Qeterê pêşniyareke agirbesteke mayînde pêşkêş kiriye.

Li gorî Hamasê, wê ji sê merheleyan pêk were û her yek wê 45 rojan bidome, û di van merheleyan de wê rehîneyên Îsraîlî yên ku di destê wan de û cenazeyên rehînan li hember girtiyên Filistînî radestî Îsraîlê bike.

Jinûvenavakirina Xezeyê jî wê di vê serdemê de destpê bike û di pêvajoya alîkariyê de wê Îsraîl ji herêmê vekişe.

Nayê zanîn bê ka Îsraîl wê lihevkirineke bi vî rengî qebûl bike yan na. Lê belê Serokwezîr Benjamîn Netanyahû jî di nav de siyasetmedarên Îsraîlî gelek caran destnîşan kirin ku Îsraîl heya ku Hamasê ji Şerîda Xezeyê dernexîne bi tu awayî agirbestê nakin.