DYE’yê li Iraqê êrîş kir: 16 kes hatin kuştin

Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand ku di encama êrîşên Emerîkayê yên li ser Iraqê de 16 kesan jiyana xwe ji dest daye.

DYE’yê ragihand ku duh bi şev li Iraq û Sûriyeyê êrîşî 85 hedef û 7 tesîsan kiriye. Ev êrîş weke tolhildana êrîşa alîgirên Îranê hate nirxandin ku êrîş çend rojan beriya niha li ser baregeheke leşkerî ya DYE’yê ya li Ûrdinê pêk hatibû û di encama êrîşê de 3 leşkerên DYE’yê hatibûn kuştin.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadîyî got: ‘’DYE’yê careke din hêzên me yên ewlehiyê yên li Elqaîm û Ekaşatê hedef girt û serweriya Iraqê binpê kir.’’

Basim Ewadîyî ragihand ku sivîl jî di nav de 16 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.

Ewadîyî diyar kir ku DYE’yê derbarê êrîşan de tu agahî nedaye Hikûmeta Iraqê.