Li Mêrdînê qutkirina ceyranê hate protestokirin: Polîtîkayên qirêj tên meşandin

DEM Partiyê li Mêrdînê qutkirina ceyranê protesto kir û got: ‘’Qutkirina ceyranê bi sedemên siyasî tên kirin û polîtîkayên qirêj tên meşandin.’’

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) qutkirina ceyranê ya li Mêrdînê protesto kir. Gelek kes beşdarî daxuyaniya li Qada Azadiyê ya li navçeya Qosera Mêrdînê hate lidarxistin, bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Qutkirina ceyranê dijhiqûqî ye. Em vê zilmê qebûl nakin” hate vekirin.

Hevseroka DEM Partiyê Songul Aydogan Konûş, anî ziman ku qutkirina ceyranê gihiştiye asta ku bandorê li tenduristiya mirovan bike. Konûş, da zanîn ku ceyran ji ber sedemên siyasî tê birîn û got: “Em van pêkanînan qebûl nakin.”

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî anî ziman ku tê xwestin gel bi birçîtiyê were terbiyekirin. Altin, bi lêv kir ku DEDAŞ her sal dema avdana berhemên cotkaran ceyranê dibire û wiha got: “Ev ax ji temamê axa Tirkiyeyê re ceyranê hildiberîne. Li Tirkiyeyê 3 bendavên ku pêdiviya ceyranê ya Tirkiyeyê jê tên pêşwazîkirin hene. Aqilê ku ji van bendavan ceyranê dide tevahiya Tirkiyeyê, bi qutkirina ceyrana li Kurdistanê re hewl dide me bê ceyran û av bihêle, hemû çavkaniyên me yên binê erdê û ser erdê bi kar bîne û sûd werbigire. Em van polîtîkayên qirêj qebûl nakin.”