Sûdanî: Divê hêzên koalîsyonê ji Iraqê derkevin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku ew li ser bidawîkirina hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê bi israr in.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku îro Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li gel Wezîra Parastinê yê Îspanyayê Margarita Robles civiya û di civînê de er du aliyan li ser peywendiyên navbera her du welatan de guftugokirin.

Hate diyarkirin ku Sudanî di civînê de tekezî kiriye ku li ser bidawîkirina erka Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Iraqê bi israrin, ji ber ku hêzên Iraqî di şerê li dijî terorê de pêşketin bi dest xistine, paşmahiyên DAIŞ’ê êdî metirsîyê li ser Iraqê nakin.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê da zanîn ku hewlên niha yên Iraqê ji bo pêkanîna rêkeftinek leşkerî ya du alî di navbera Iraq û Îspanyayê de beşek ji lihevkirina hevbeş ya berfireh a ji bo dawî lê anîna erkê Hevpeymaniyê ye.

Wezîra Parastinê ya Îspanyayê Margarîta Robles jî keyfxweşiya xwe ya ji bo piştevaniya Iraqê ji bo beşdariya Îspanyayê di NATO’yê de nîşan da û tekez li ser pabendbûna welatê xwe bi hevkariya bi Iraqê re û rêzgirtina hemû biryarên hikûmeta Iraqê yên derbarê erkê Hevpeymaniya Navneteweyî kir.

Hêjayî gotinê ye ku niha Iraq hewla dawî anîna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Iraqê û vekişîna hêzên wan dide. Bi taybet piştî êrişên vê dawiyê yên Emerîkayê li Iraqê, ev hewl hatine zêdekirin. Li gorî hatî ragihandin heftiya bê Parlamentoya Iraqê wê di derbarê êrişên Emerîkayê û guftugokirina proje yasaya durxistina hêzên Emerîkayê ji nav Iraqê dê kom bibe.