Hilbijartinên Pakistanê: Alîgirên serokwezîrê berê yê girtî li pêş in

Alîgirên serokwezîrê berê yê girtî yê Pakistanê Îmran Han di hilbijartinên roja Înê de li pêş in. Hêj encama nîvê sindoqan hatiye eşkerekirin.

Komîsyona Hilbijartinê ya Pakistanê, piştî girtina sindoqan bi 24 saetan di saet 16:00’an de tenê encama 136 ji 266 herêmên hilbijartinê eşkere kir.

Pêşveçûna giran a hejmartinê, gumanên manîpulasyonê ya li dijî Tevgera Edaletê ya Pakistanê (PTI) ya Îmran Han zêde kir. Destûr nehat dayîn ku partiya Îmran Han di pisûlayên dengan de cih bigirin û neçar hatibûn hiştin ku namzet bi awayekî serbixwe bikevin hilbijartinê.

Tevî vê yekê jî, li gorî encamên destpêkê yên fermî, serbixweyên girêdayî PTI’yê 49 kursî bi dest xistine. Lê Nevaz Şerîf yê Yekîtiya Mislimanan a Pakistanê (PML-N) ku di anketê de derketibû pêş 42 kursî bi dest xist.

Beriya ku encamên fermî yên pêşî werin eşkerekirin serokê giştî ya PTI'yê Omer Eyûb Han bi vîdeoyekê ji çapemeniyê re axivî û gotibû ku ew pêbawer e ku partiya wî wê di hilbijartinê de ji sêyan du dengan bi dest bixe û dê bikaribe hikûmeta federal a pêş ava bike.

Li Meclîsa Neteweyî 336 parlamenter hene, lê ji bo jin û hindikahiyên olî 70 kursî tên veqetandin û bi awayekî rêjeyî tê veqetandin.

PTI’yê ji ber ku weke partî nikare tevlî hilbijartinan bibe, wê nikaribe ti ji van kursiyên zêde bixwaze.