Di êrîşa Îsraîlê de herî kêm 10 kes mirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê de yên li ser bajarê Hûmsê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) de der barê êrîşa Îsraîlê ya şeva Sêşemê de daxuyaniyeke nû da û ragihand ku: ‘’Di encama êrîşa Îsraîlê de ya li ser bînayeke li Hemrayê 6 jê sivîl û 2 jî jê alîgirên Îranê tevahî 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di bîlançoya beriya niha de hatibû ragihandin ku 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Çavkaniyeke nêzî Hizbullaha Libnanî, ku hevalbendê hikûmeta Şamê ye, ji AFP’yê axivî û re piştrast kir ku di êrîşê de 2 endamên Hizbullahê hatine kuştin.

SOHR’ê ragihand ku di encama êrîşê de binaya 3 qatî bi temamî hilweşiyaye.

SOHR’ê ragihand ku 3 xwendekarên ku li jêrzemîna bînayê diman û jineke ku li qata yekê ya bînayê dima jî di nav kesên ku hatine kuştin de ne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku endamên Hizbullahê qata jor a bînayê bi kirê girtine û nasnameya 2 cenazeyên din ên ku di avahiyê de hatin dîtin, hê nehatine tespîtkirin.

Îsraîlê, li Sûriyeyê ji sala 2011’an destpêka şerê navxweyî heya niha bi sedan êrîşên hewayî li dijî artêşa Sûriyeyê, Hizbullaha Libnanî û hêzên girêdayî Îranê pêk aniye.

Ev êrîş piştî 7’ê Cotmeha destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de yê li Şerîda Xezeyê zêdetir bûne.

Li gorî SOHR’ê, di encama êrîşên Îsraîlê de yên di dawiya meha Çileyê de yên li nêzî Şamê li gel milîsên alîgirên Îranê jî tevahî 8 kes hatine kuştin.