Wezîrê Parastinê yê Tirk li Bexdayê ye

Di navbera dewleta Tirk û dewletên herêmê de rojên dawî di astên cuda de hevdîtin têne kirin.

Piştî serdana Musteşarê MÎT'ê Îbrahîm Kalin a meha Çileyê ya li Iraqê, vê carê jî Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler û Serokê Fermandariya Giştî Metîn Gurak çûn Bexdayê. Têkildarî serdanê agahiyeke fermî nehate parvekirin.

Musteşarê MÎT'ê Îbrahîm Kalin 22'ê Çileya 2024'an serdana Iraqê kiribû, tevî Serokkomarê Iraqê bi gelek rayedarên Iraqî re hevdîtin kiribû.

Kalin piştre derbasî bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bû û 28'ê Çileyê bi lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî re rûniştibû.

Di 24'ê Çileyê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo dîtina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û tevlîbûna li Civîna 8'emîn a Konseya Hevkariyê ya bi Asta Bilind a Tirkiye-Îranê li Enqereyê bû.

Roja Yekşemê jî Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan ragihand ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê bê Enqereyê.

Şêwirmendê Polîtîkaya Derve ya Kremlînê Yûriy Ûşakov 29'ê Çileyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo serdana Pûtîn a li Tirkiyeyê di meha Sibatê de bê kirin amadekarî hatiye kirin.