Li Parîsê 2 nijadperestên Tirk ji ber ‘pesnê terorîzmê dan’ hatin binçavkirin

Hat ragihandin ku li paytexta Fransa Parîsê 2 nijadperestên Tirk ji ber "pesnê terorîzmê dan” hatin binçavkirin.

 



Li gorî nûçeya AFP û BFMTV'ê, 2 endamên “Ocaxên Ulkucuyan” ên li bajarên Strasboûrg û Saint-Etienne hatin binçavkirin û anîn Parîsê.

Serdozgeriya Parîsê li ser pirsa AFP’ê, ev tişt got: “Ji aliyê Navenda Têkoşîna Neteweyî ya Nefretê ve bi sûcdariya li ser înternetê pesnê terorîzma dane  dosyaya lêpirsînê daye herêma 1'emîn Daîreya Polîsan a Edlî.” û "du kes niha di bin çavan de ne.”

Li gor çavkaniyan, ev her du kes ji ber parvekirinan gumanbarên ku têkiliya wan bi tevgera nîjadperestên tundrew a Tirkiyeyê re heye.

Li gorî nûçeya BFMTV'ê ev her du kes endamên “Ocaxên Ulkucuyan” ên girêdayî MHP'ê ya hevparê hikûmeta Tirkiyeyê ne.

Piraniya endamên vê avabûna dewleta nîjadperest piştgirî didin Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan.

Li Fransayê "Gurên Boz" ên hatina feshkirin li ser navên cuda xebatên xwe yên nijadperestî didomînin.

Wezîrê Karên Navxweyî Gérald Darmanin di Mijdara 2020’an de girtina “Ocaxên Ulkucuyan” weke komeke ku “cudakarî û nefretê teşwîq dike û tevli kiryarên tundiyê dibe” îlan kiribû.

Di biryara feshkirinê de wiha hat got: “ew piştgirî didin ‘bîrdoziyên li dijî kesên bi eslê xwe Kurd û Ermeniyan tundiyê û cudakariyê teşqîw dike."