Hikumeta Bexdayê: Koalîsyon veguheriye faktora nearamiyê

Berdevkê leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku koalîsyona navneteweyî li Iraqê veguheriye 'faktora nearamiyê'.

Hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) êvara Çarşemê êrîş birin ser wesayitekê û di encamê de fermandarekî payebilind ê Tûgayên Hîzbûllahê hate kuştin ku weke alîgirê Îranê dihate pênasekirin.

General Yahya Resûl berdevkê leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şîa El Sûdanî rojek piştî vê êrîşê daxuyaniyek da û got, "Ev rêveçûn ji her demê bêhtir zorê dide hikumeta Iraqê ku dawî li mîsyona vê koalîsyonê bîne ku li Iraqê veguheriye faktora nearamiyê û gefê li Iraqê dixwe ku tevlî şerekî herêmî bike."