Gefa Îsraîlê ya li ser Refahê tirs û fikaran zêde dike

Îsraîlê ferman da ku li Refahê operasyon bê kirin ku zêdeyî 1,3 milyon mirov lê ne ku piraniya wan ji Xezeyê reviya bûn û xwe lê girtine. Ji ber vê yekê jî tirs û fikar zêde bûne ku komkujî û krîzeke nû ya mirovî rû bide.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî zêdeyî 1.3 milyon Fîlîstînî li Refahê dimînin û piraniya wan jî ew sivîl in ku ji şerê navbera Îsraîl û Hamasê reviyane.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ferman da ku li vê derê operasyoneke leşkerî bê kirin.

Netanyahû ji qenala ABC Newsê re axivî ku wê roja Yekşemê bê weşandin û got, "Serketin di destê me de ye. Em ê vê bikin. Em ê tabûrên dawî yên terorîst ên Hamasê û keleha wan a dawî Refahê bi dest bixin." Agahiyên li ser hevpeyvînê êvara Şemiyê hate weşandin.

Netanyahû got, "Dema ku me ev kir, em ê rêyeke ewle ji bo gelê sivîl ava bikin ku welêt biterikînin."

ÎSRAÎL ZEXTÊ LI SAZIYÊN NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DIKE

Artêş û rêxistina ewlekariya hundirîn a Îsraîlê roja Şemiyê îdîa kir ku li binê navenda Ajansa Penaberan a Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (Unrwa) ya li Xezeyê tuneleke Hamasê dîtine.

Serokê Unrwayê Phîlîppe Lazzarînî li ser X'ê daxuyaniyek da û got, "Ji dema ku me ev avahî terikan û pê ve bi kar neanîn û haya me ji karên li wê derê nîne." Her wiha diyar kir ku sûcdariyên Îsraîlê 'hêjayî lêpirsîneke serbixwe ne'.

Şefê dîplomasiyê yê Îsraîlê Îsrael Katz bang li Phîlîppe Lazzarînî û Sefîrê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê Îsraîlê Gîlad Erdan 'tavilê îstifa' bikin.

NERAZÎBÛNA DYE Û YEKÎTIYA EWROPAYÊ

Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) fikarên xwe yên têkildarî aqûbeta sivîlan parve kirin. Serokê DYE'yê Joe Bîden roja Pêncşemê dengê xwe li hemberî Îsraîlê bilind kir û 'bersiva' ku li êrîşa 7'ê Cotmehê da 'zêde' binav kir.

Serkêşê dîplomasiya Ewropayê Josep Borrell jî anî ziman ku êrîşeke gengaz a artêşa Îsraîlê ya li ser Refahê wê bibe sedema 'felaketeke mezin a mirovî'.

HAMASÊ TÊKILDARÎ REFAHÊ HIŞYARÎ DA

Hamasê roja Şemiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşek li ser Refahê wê li vî bajarê li başûrê Xezeyê bibe sedema mirina bi deh hezaran kesî.

Li Şerîda Xezeyê, li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di êrîşên Îsraîlê de 28 hezar û 64 kes hatine kuştin.