Li peravên Tûnisê keştiyek noqî binê avê bû: 13 koçberên Sûdanî mirin

Li peravên Safakesê yê Tûnisê, keştiyek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Di encamê de 13 koçberên Sûdanî mirin, 27 jî winda ne.

Medya Tûnisê li gorî rayedarên xwecihî ragihand ku li peravên Safakesê keştiyek noqî binê avê bû.

Hate ragihandin ku di encama lêkolînan de cenazeyên 13 koçberên Sûdanî hatin dîtin û 27 jî winda ne.

Li gorî gotinên du kesên bi saxî filitîn, keştî ji peravê Cebînîanayê bi rê ket, lê noqî binê avê bû.

Koçberên rizgarbûyî diyar kirin ku di keştiyê de 42 Sûdanî hebûn.