KJC: Em bang li jinên ciwan dikin ku bibin keleha xweparastinê

Di daxuyaniya Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan de hat gotin, "Jinên ciwan keleha xweparastinê ne" û hat destnîşankirin ku ji jiyana bêyî xweparastinê re jiyan nayê gotin.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan (KJC) da xuyakirin ku divê jinên ciwan daxuyaniya xweparastinê ya ji aliyê KJK û PAJK'ê ve hatiye ragihandin, rast fêm bikin û bihizirin û got, "Em weke jin nikarin parastina xwe û mafên xwe ji mêran û saziyên wan re bihêlin. Em bang li jinên ciwan dikin ku têkoşîna xweparastinê geş bikin û bibin hêza pêşeng û keleha xweparastinê."

Daxuyaniya Koordînasyona KJC’ê bi tevahî wiha ye:

Wateya ciwantiya me avakirina cîhanek birûmet, jiyanbar e. Pêşxistina pergala xweparastinê ya jinên ciwan layiqî vê wateyê yek ji erkên me yên exlaqî yên civakî ye. Em jinên ciwan ji bo vê yekê pêk bînin hene û divê em bi ser bikevin. Divê em bangawaziya li jinên ciwan ên di daxuyaniya xweparastinê ya ku di demên dawî de rêxistinên me yên pêşeng ên jinan KJK û PAJK’ê bi hev re ragihandibûn rast fêm bikin û bihizirin. Divê em li ser vê bingehê coş û serketina xwe ya ciwantî şiyar bibin û çi dibe bila bibe em jiyana bê xweparastin nekin armanc. Weke jinên ciwan em nikarin ji jiyana bêparastin re bibêjin jiyan, ev jiyan, jiyana koletiyê ya di bin kontrol, hêz û serweriya kesên din de ye. Heqîqeteke weke jiyana azad li benda gihîştina me ye. Teslîmbûna koletiyê ti carî nayê qebûlkirin, ji ber vê yekê weke jinên ciwan xweparastinê di hemû jiyana xwe de serwer bikin û ev dibe sedema jiyaneke ku weke mirov bijîn.

DI BIN SIYA DIJMIN DE XEYALÊN PÊŞEROJÊ NAYÊN KIRIN

Weke jinên ciwan pêwîstiya yekemîn a xweparastinê ew e ku dijminê xwe, yê ku hewl dide we tine bike, yê ku di jiyanê de mirinê li ser we ferz dike nas bikin û li hemberî wî rawestin. Ji ber vê yekê karê me yê yekemîn jinên ciwan ev e: Dijmin kî ye, ji ku derê û çawa êrîşî me dike, divê em vê baş fêm bikin, bihizirin ku mertalên xwe yên xweparastinê bi awayekî rast di çeperên xwe yên jiyanê de xurt bikin. Ger nebe em ê xwe ji her derê ve ji êrîş û wêrankirinê re vekirî bihêlin. Yekane armanca tacîz û tecawizkarên bi unîforma û bê unîforma ew e ku bi mejiyê mêran ên ji saziyên pergala serdest a mêr hatine desteserkirin, hêza mêr li her derê belav bikin. Li ser vê bingehê yekane armanca wan ew e ku jiyanê ji bo jinan zehmet bikin û nedin jiyîn. Em weke jin nikarin parastina xwe û mafên xwe ji mêr û saziyên wan re bihêlin. Polîs, cendirme, hiqûq, pergala perwerdehiyê, çanda koletiyê ya ku di bin navê hunerê de tê ferzkirin, qanûnên bi navê mafên mirovan ên ku mirovahiyê dixapîne, ji bilî mirinê tiştekî din nadin jinan. Dijminê ku li dijî we ye, yê ku dixwaze we tune bike ye. Ne fêde û edalet ji dijmin tê hêvîkirin, ne jî mirov dikare pêşerojê di bin siya wî de xeyal bike. Tişta ku li hember dijmin tê kirin tenê şerkirin e û rêya vê yekê jî pêşxistina sîstema xweparastinê ye!

Weke jinên ciwan ên Kurdistanê bi destên dagirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê me şahidiya qetilkirina Denîz Poyraz, Gulîstan Doku, Îpek Er, Ozgecan Aslan û bi hezaran jin û ciwanên ku me navê wan li vir nenivîsand kiri ye. Erdoganê faşîst û rejîma wî ya qetlîamkar bûye dewleta tecawizê. Tevahiya sîstemê ji bo mayîna vê dewleta tecawizê hatiye amadekirin. Mîna ku bi prensîba ku jin bikuje û îradeya wan bişkîne, ewqasî bi hêz dibe. Jin û pergala serdest a mêr di hemû qadên jiyanê de di nava şer de ne. Di şerekî wiha topyekûn de ji bilî parastina xwe ti çareya me nemaye. Ji xeynî xweparastinê tu rê tune ku hebûn bibe XWEBÛN. Herî dawî li bajarê Botanê yê Şirnexê endamekî çeteya tecawizkar a faşîst Erdogan di nava kolanê de êrîşî jineke ciwan kir û gelê birûmet û ciwanên Botanê ew tecawizkar lînç kirin. Li dijî rejîma tecawizkar çi pêwîste bê kirin nîşan dan. Bi organîzekirina pergala xwe ya xweparastinê, divê em hemû kolan, tax, gund û bajarên Kurdistanê li dijmin û zilam û saziyên wî yên xwedî mejiyê mêrane teng bikin û ji Kurdistanê derbixin! Heya ji tecawizkar û qetlîaman li her derê bi ruhê ciwan û gelê Şirnexê hesab bê pirsîn, em dikarin jiyaneke bi rûmet û exlaqî ava bikin.

Weke jinên ciwan ên Kurdistanê berpirsyariyeke me ya mezin heye ku em hesabê tiştên ku vê pergala tecawizkar ji destê me girtine bipirsin û em erkdar in ku em tola bi hezaran jinan hilînin! Bi hezaran jinên ciwan ên mîna Melek Îlhaman a li Efrîn û Serêkaniyê hat qetilkirin, bi hezaran jinên Êzidî û zarokên wan ên li Şengalê di encama êrîşên DAÎŞ-PDK û rejîma faşîst a Erdogan de dîl hatin girtin û heta niha çarenûsa wê ne diyar e. Li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK-MÎT'ê ve Nagihan Akarsel hat qetilkirin û her roj li Başûrê Kurdistanê Maryayên dibin qurbaniyên mejiyê PDK’ê…, Li Îranê Jîna Emîniyan, Armîtayan, Rimayanbi destê dewletê û mejiyê wê komkujiyên ku hatine kirin bûne navê tola ku divê em hilînin.

EM PERGALA XWE YA XWEPARASTINÊ AVA BIKIN

Em çiqasî xweparastinê bikin, em dikarin zincîrên koletiyê bişkînin û nêzî azadiyê bibin. Em çiqas hêza xweparastinê ava bikin, destên qirker ên pergala mêr nikarin me jinan kêm bikin. Bi rêxistinbûna xweparastinê re em pergala azadiya jinê ya bi îrade ku her roj bi hêztir dibe bi dest dixin. Her ku em hişyartir bibin, ji aliyê fikrî û bedenî ve em xwe perwerde bikin û xwe bigihînin hev, divê em li hemberî tundî û zordariyê bi ser bikevin û îrade û xweparastinê pêş bixin.

Di vê wateyê de divê em vê rastiyê baş bizanibin ku weke neteweya jinê em tevhev in. Nijad, ziman, netewe û çanda jinê yek e. Jinbûn sembol û cewhera wijdan û mejiyê hevpar a civakan e. Di vê wateyê de li ku derê cîhanê dibe bila bibe, di serî de li Kurdistanê, ji Afganîstanê heta Fransayê, ji Îranê heta Awûstûryayê, ji Ûkraynayê heta Filistînê armanca komkujiyên jinan yek e. Di vê wateyê de em jin û ciwan li ku bin, divê em bi hişmendiya ku li dijî sîstem, sazî û artêşên zilam ên tecawiz-faşîst di nava helwesteke hevpar de ne, di şoreşa jinê de refên xwe xurtir bikin û bi yek ruh, hiş û parastinê bi helwest tevbigerin. Di vê wateyê de erka me ya jinên ciwan ew e ku li her qadê û çalakiyê ruhê hevpar ê têkoşînê biafirînin û li gorî wê pergala xwe ya parastinê ava bikin.

Formula Rêber APO ya bêhempa “JIN JIYAN AZADΔ ji gelên cîhanê re dide xuyakirin ku ruhê tevahî parastin û berxwedanê çi afirandiye û têkoşîna şoreşa jinê ya ku zêdeyî nîv sedsalê ye bi pêş dikeve, gihiştiye kîjan astê. Rêber APO damezrîner û pêşengê xweparastina jinê ye. Bi pêşkêşkirina PAJK, KJK, YJA-Star, KJC, YPJ, YJŞ, YPS-JIN, HPJ û KBD-H ji hemû jin û gelên cîhanê re, li dijî hişmendiya mêr û pergala wê ya metînger a bi hezaran salan e têkoşîna xweparastinê ya bi heybet pêşxist. Bi xurtkirin û berfirehkirina vê pergala xweparastinê em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin. Pergala xweparastinê ya ku pêşdikeve, polîtîkaya têkçûyî ya îmha û qirkirinê ye.

Bi vê hişmendiyê divê em weke jinên ciwan ên ku hêza pêşeng a têkoşîna xweparastinê ne, bi hişmendiya rol û mîsyona xwe ya dîrokî bibin bersiva rast ji banga xweparastinê ya PAJK û KJK’ê re! Divê em tola komkujî û qetlîamên jinan bi avakirina sîstema xweparastinê ya ku sedema me ya li qadên têkoşînê yên Bakur, Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewropayê ye, hilînin. 

Li ser vê bingehê em tevlî tevgera ku PAJK û KJK’ê bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê” daye destpêkirin dibin û bi dînamîk û mîsyona ku dilê wan ji bo azadiyê lêdixe û di hedefa her cûre polîtîkayên qirêj de ne û yên ku di lêgerîna wateya rastîn a jiyanê de ne, bang li hemû jinên ciwan dikin ku têkoşîna xweparastinê pêş bixin, bibin hêza pêşeng û keleha  xweparastinê. Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku di têkoşîna azadî û jiyana azad de seferber bibin. Em bang dikin ku ala têkoşîna Şoreşa Azadiya Jinê bi serbilindî hilgirin. Ji bo şoreşa jinê were misogerkirin em dibêjin niha li eniya pêş a têkoşînê cih bigirin û dema destpêkirina berxwedanê ye.”