Hejmara nû ya kovara Ciwanên Şoreşger derket
Kovara Ciwanên Şoreşger a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê (TCŞ) hejmara xwe ya 25'an bi sernavê "Axa xwe li hemberî îxanet û dagirkeriyê biparêzin" weşand.
Kovara Ciwanên Şoreşger a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê (TCŞ) hejmara xwe ya 25'an bi sernavê "Axa xwe li hemberî îxanet û dagirkeriyê biparêzin" weşand.
TCŞ'ê hejmara nû ya mehên Gulan û Hezîranê bi zaravayê Kurmancî û Erebî derxist.
Di hejmara nû ya kovarê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê gelê Ereb, Îsraîl û destana Derwêşê Ebdî de cih digirin.
Di kovarê de perspektîfa ciwanên şoreşger û jinên ciwan ji bo qonaxa ku tê de derbas dibin, nivîsên li ser pengava vejînê ya 1’ê Hezîranê, li ser parastina xwezaya herêmê û li ser şehîdên Kurd ên li Libnanê jî hatin amade kirin.
Bi vê re jiyana rojnamevan û şoreşger Hozan Çiya tê nasandin û bi gotinên Abdullah Ocalan şehîdên mezin ên tevgera azadiyê hat bibîranîn.
Kovar li ser malpera Ciwanên Şoreşger dikare were xwendin: https://ciwanensoresger.com/2024/05/02/kovara-ciwanen-soresger-25-gulan-u-hezirane-2024/https://ciwanensoresger.com/2024/03/31/kovara-ciwanen-soresger-a-adar-u-nisane-2024-hejmara-24/