Li Fîlîpînê erd şemitî: Herî kêm 5 kes mirin, 31 kes birîndar bûn

Li herêmeke çiyayî ya li başûrê Fîlîpînê erd şemitî. Di karesatê de ku ji ber baranê rû da, herî kêm 5 kes mirin, 31 kes jî birîndar bûn.

Karesat di şeva 6'ê Sibatê de qewimî. Li herêmeke çiyayî ya li başûrê Fîlîpînê ji ber baranê erd şemitî. Du otobus û gelek mal bi şev di binê axê de man.

Li gundekî madenê yê li eyaleta Davao de Oro ya li girava Mîndanoyê, ji ber şemitîna erdê 5 kes mirin, 31 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran diyar kirin ku lêgerîn û hewldanên rizgarkirina 20 kesên di du otobusan de asê man, dewam dikin.

Di daxuyaniya Apex Mînîngê de hate ragihandin ku di otobusê de karkerên madena zêde hebûn, lê hejmara kesên di otobusê de nehate eşkerekirin.