Li gorî Îranê tu egerên hebûna DYE’yê li Rojhilata Navîn tune ne

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî anî ziman ku tu egerên hebûna leşkerên DYE’yê li Rojhilata Navîn tune ne û berovajî vê yekê ji bo ewlehiya herêmê tehdîd e.

Reîsî got: “Me îspat kir ku em baştirîn dostên welatên cîran û herêmê ne. Tu egerên derbasdar ên hebûna hêzên Emerîkayê li herêma me tune ne.”

Serokomarê Îranê ev yek jî anîn ziman: ‘’Hebûna Emerîkayê li Iraq, Sûriye û Efxanistanê ne faktoreke ewlehiyê ye her wiha ji bo ewlehiyê tehdîdek e. Emerîkî li her derê çavkaniya xerabiyê ne.’’

Îbrahîm Reîsî derbarê şerê Xezeyê de jî axivî û got: ‘’Li gorî me hewce ye Rojava û DYE midaxeleyî li pêşeroja Filîstînê nekin û hewce ye Filîstîn bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.’’

Her wiha Reîsî êrîşên Emerîkayê yên li Sûriye û Iraqê yên li dijî komên ku Îran piştgirıya wan dike jî şermezar kir.

Her wiha Serokomarê Îranê got ku li DYE’yê  ‘Îranofobî’ û ‘Îslamofobî’ heye û bertekên nîşanî vê yekê dan.