Cotkarên Yewnanistanê bi sedan traktoran çalakî li dar xistin

Li Yewnanistanê, nêzî 300 traktor û bi dehan kamyonên mêşên hingiv li lêdana qorneyan û bi hilgirtina alên reş û spî li navenda Selanîkê ku fûara sereke ya çandiniyê lê dihat lidarxistin, kom bûn.

Weke li gelek welatên Ewropayê bi taybetî jî li Fransayê cotkaran li Yewnanistanê jî çalakî li dar xistin. 
Nêzîkî 300 traktor û bi dehan kamyonên mêşên hingiv roja Pêncşemê li navenda Selanîkê duyemîn bajarê herî mezin ê Yewnanistanê ye, cihê ku pêşangeha sereke ya çandiniyê ya welêt îro dest pê dike, kom bûn.

Cotkarên ku bi giranî ji deşta çandiniyê ya Thessalyayê ya li navenda welêt hatin û li ser şopa hempîşeyên xwe yên Ewropayê dimeşin, bi gotina "Cotkar xwîna we vedixwin", "Bê cotkaran erzaq nabe, pêşeroj tune ye", "Li dijî polîtîkayên ku hewl dide me ji axa me dûr bixin, ji bo em bijîn li ber xwe didin” berz kirin. Li vê herêmê sala borî ji ber lehî û şewata daristanan,  zevî û erd wêran bûbû.

Li hember nerazîbûna zêde ya cotkarên ku di rojên dawî de rêyên welat girtine, Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis roja Sêşemê soz da ku dayîna alîkariyên darayî ji bo kesên ku ji ber karesatên xwezayî bandor bûne, bilez bike.

Alîkariya lezgîn a ewil a ku par bi 2 hezar û 4 hezar euro dan cotkaran û sewalkaran. Ev alîkariya lezgîn wê bibe "5 hezar û 10 hezar euro".

Serokê hikûmeta muhafezekar ku roja Çarşemê jî bi cotkarên hêrsbûyî re li barîkatekê civiya. Hikûmeta Yewnanistanê di civîna Ewropeyya roja Pêncşemê li Brukselê pêk hat de misoger kir ku “li gorî derfetên budceyê" wê piştgiriya sektora çandiniyê bikin.