Li gorî Îsraîlê 10 hezar endamên Hamasê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê îdîa kir ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di şer de 10 hezar endamên Hamasê hatine kuştin.

Wezîrê Parastinê Yoav Gallant roja Pêncşemê li Xezeyê bi leşkerên Îsraîlê re civiya.

Gallant li vê derê daxuyaniyek da û got, "Ji bo vî şerî pêwîstî bi biryardarî û berxwedêriya neteweyî heye û heta ku em wezîfeya xwe biqedînin em ê nesekinin."

Gallant got, "Û ev yek ji bo Hamasê gelekî zehmet e (...) ji Hamasê 10 hezar terorîst mirin, 10 hezar terorîst jî birîndar bûn. Ev yek derbeke giran e ku li kapasîteya wan hatiye xistin."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant her wiha anî ziman ku artêşa Îsraîlê wê tûgaya Hamasê ya li Xan Yûnûsê tasfiye bike û êdî operasyonên xwe bi giranî li Refahê dewam bike.

Şer piştî êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê ya li ser xaka Îsraîlê destpê kir.

LI XEZEYÊ ZÊDEYÎ 27 HEZAR KES HATIN KUŞTIN

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê jî ragihand ku di êvar û şeva Pêncşemê de li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 105 sivîl hatin kuştin.

Li gorî bîlançoya dawî ya Hamasê ku roja Pêncşemê eşkere kir, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de piraniya wan jin û zarok zêdeyî 27 hezar kes hatin kuştin. Hamas têkildarî windahiyên xwe daxuyaniyê nade.

HEVDÎTINÊN LI SER AGIRBESTÊ

Hevdîtinên li ser agirbestê jî dewam dikin. Li gorî Qatarê, Hamasê ji bo pêşniyara navbera mirovî ya ji şer re û pevguhertina dîlgirtî û girtiyên Fîlîstînî 'bersiva erênî ya destpêkê' daye. Lê belê çavkaniyekî nêzî Hamasê yê li Xezeyê ji AFP'ê re ragihand ku li ser pêşniyarê hîn lihevkirin çênebûye û daxuyaniya Qatarê 'bi lez û şaş' şîrove kir.

DYE'YÊ PÊKANÎN LI SER NIŞTECIHÊN ÎSRAÎLÎ FERZ KIR

Li aliyê din Serokê DYE'yê Joe Bîden biryar da ku ji bo cezakirina niştecihên Îsraîlî yên bi şîdeta li dijî Fîlîstîniyên li Şerîa Rojava têne sûcdarkirin, pêkanîn bê ferzkirin.