Li Bexdayê êrîşa li dijî Hîzbûllahê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da - NÛ BÛ
Li Bexdayê wesayîteke Hîzbûllaha Iraqê bi dronê hedef hat girtin. Hat îdiakirin ku êrîşa ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane ji aliyê DYE'yê ve hatiye kirin.
Li Bexdayê wesayîteke Hîzbûllaha Iraqê bi dronê hedef hat girtin. Hat îdiakirin ku êrîşa ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane ji aliyê DYE'yê ve hatiye kirin.
Li paytexta Iraqê Bexdayê dronan wesayîtek hedef girt. Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de herî kêm 3 kes mirin.
Êrîş li taxa Meştal a rojhilatê bajêr qewimî û gelek teqînên dijwar rû dan.
Piştî êrîşê yekser hêzên Berxwedana Îslamî ya Iraqê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîş ji aliyê Emerîkayê ve hatiye kirin û 2 fermandarên tûgaya Hîzbûllaha Iraqê Ebûbekir El-Saadî û Arkan El-Elewî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî CBS Newsê, rayedarekî payebilind ê parastinê yê DYE’yê got ku êrîş bi dronekê hatiye kirin.
Rayedar destnîşan kir ku hedefa operasyonê lîderê Hîzbullahê Kataîb bû.