Dozger derbarê Leyla Zana de ceza xwest

Di doza derbarê Leyla Zanayê hatiye vekirin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza hate xwestin.

Danişîna 4’emîn a doza derbarê siyasetmedara Kurd Leyla Zana de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate lidarxistin. Zana bi parêzerê xwe re ji Edliyeya Farqînê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.

DI DOZA PROPAGANDAYÊ DE DAXWAZA CEZA YA JI ENDAMTIYÊ 

Ji ber 4 axaftin û 3 parvekirinên Zanayê yên medyaya dîjîtal ên di dema xebatên hilbijartinê yên salên 2014-15’an de derbarê wê de doz hatibû vekirin û dozger di danişîna beriya niha de ji sûcê “propagandaya rêxistinê” doz vekiribû. Lê pişt re dozger diyar kir ku şertên “endamtiya rêxistinê” yên Dadgeha Bilind pêk hatine û xwest ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza li Zanayê bê birîn. 

Dozger di vê danişînê de mutalaya xwe ya beriya niha dubara kir. Parêzerê Zanayê Îbrahîm Çelîker jî li dijî mutalayê daxwaza demê kir. 

Dadgehê daxwaza Zana û parêzerê wê qebûl kir û danişîn taloqî 2’yê Tîrmehê kir.