Li Şerîda Xezeyê heta niha 27 hezar û 840 kes hatine kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha di encama êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê 27 hezar û 840 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha di encama êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê 27 hezar û 840 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 125’emîn a şerê Xezeyê de ji raya giştî re bîlançoyeke nû parve kir û ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha 27 hezar û 840 kesî jiyana xwe ji dest dane û piraniya wan jin û zarok in.
Wezaretê ragihand ku di nava 24 saetên dawiyê de 130 kesî jiyana xwe ji dest dane û ji 7’ê Cotmeha destpêka şerî heya niha jî 67 hezar û 317 kes jî birîndar bûne.