CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Xezeyê di 4 mehan de zêdeyî 12 hezar û 300 zarok hatin qetilkirin
Saziya Alîkariya bi koçberên Fîlîstînî re ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ragihand, ku li Xezeyê di nava 4 mehan de zêdeyî 12 hezar û 300 zarok hatine kuştin. -
Îsraîlê di 5 mehan de êrîşî '4 hezar û 500 hedefên Hizbullahê' kir
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şerê li Xezeyê heta niha 4 hezar û 500 hedefên Hizbullahê yên li Lubnan û Sûriyeyê xistine. -
Ji Çîn, Rûsya û Îranê tetbîqata leşkerî ya hevpar
Hêzên deryayî yên Çîn, Rûsya û Îranê wê vê hefteyê li Kendava Ûmmanê tetbîqateke leşkerî ya hevpar lidar bixin. -
Hûsiyan ragihandin ku di meha rojiyê de wê êrîşên xwe zêdetir bikin
Hûsiyên Yemenê gef xwarin ku wê di meha rojiyê de êrîşên xwe yên li Derya Sor zêde bikin. -
Li Koreya Başûr greva bijîşkên ciwan bû sedema kaosê
Li Koreya Başûr greva bijîşkên ciwan bû sedema kaosê û hikûmetê gefa cezakirinê li bijîşkan xwar. -
Şerîda Xezeyê bê agirbest kete meha Remezanê
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku li Şerîda Xezeyê ji 7’ê Cotmehê heya niha di encama êrîşên Îsraîlê de 31 hezar û 112 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Xezeyê hejmara miriyan 31 hezar derbas kir, Hîzbûllahê bi dehan roket avêt
Di encama êrîşên Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezeyê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 31 hezar derbas kiriye û tevgera Hîzbûllah a Libnanê ragihand ku wan li dijî Îsraîlê bi dehan roket avêtine. -
Bîden: Netanyahû zerarê dide Îsraîlê.
Serokê DYE'yê Joe Bîden ji qenaleke televîzyonê re axivî û anî ziman ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ji fêdê bêhtir zerarê dide welatê xwe. -
Fîlên Asyayê golikên xwe yên mirî vedişêrin û şîna wan digirin
Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê zanyarên li Hindistanê ve hatiye kirin, fîlên Asyayê golikên xwe yên mirî vedişêrin û xemgîniya xwe bi deng tînin ziman. -
NY: Li Îranê zexta li dijî jinan rê li ber sûcên dermirovahî vekir
Li gorî raporeke pisporên Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), li Îranê xwepêşandanên aştiyane bi tundî tên serkutkirin û ‘cudakariya sazûmanî’ ya li dijî jin û zarokan rê li ber sûcên dermirovahî vekiriye. -
Li Nîjeryayê li dibistanekê zêdeyî 280 xwendekar hatin revandin
Li bakurrojavayê Nîjeryayê di êrîşeke çekdarî de ya li ser dibistanekê herî kêm 280 xwendekar hatin revandin. -
Li Fransayê pêşnûmeya têkoşîna li dijî nijadperestî û dijsemîtîzmê hat amadekirin
Pêşnûme qanûna têkoşîna li dijî nijadperestiyê ku roja Çarşemê 6’ê Adarê li Parlamentoya Fransayê dest bi xwendina yekemîn kir, redkirina sûcê li dijî mirovahiyê weke sûc tê pênasekirin. -
Li parzûngeheke Îranê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
Li başûrê Îranê li parzûngeheke petrolê teqînekê rû da. Kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn. -
Li Şerîda Xezeyê heta niha 30 hezar û 717 kes hatin kuştin
Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku di roja 152'emîn a şer de weşand, di êrîşên Îsraîlê de heta niha herî kêm 30 hezar û 717 kes mirin. -
Konseya Ewropayê: Li Tirkiyeyê azadiya îfadeyê gihîştiye asta xetereyê
Konseya Ewropayê ji ber binpêkirina azadiya îfadeyê ya li Tirkiyeyê alarmek da. Konseyê bi taybetî ji xetereya xwe-sansûra rojnamevanan a ji ber rêveberiya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi fikar e. -
Keştiya şer a DYE'yê ji Kendava Taywanê re derbas bû, Çîn nerazîbûn nîşan da
Roja ku Kongreya Neteweyî ya Gelan li Çînê destpê kir, Hêzên Deryayî yên DYE’yê ragihand ku keştiyeke şer a Emerîkî Kendava Taywanê derbas kiriye û li deriyê teng ê ku grava xweser ji xaka Çînî vediqetîne rêwîtiyeke rûtîn pêk aniye. -
Li Xezeyê hejmara miriyan gihîşt 30 hezar û 631’an
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha di encama êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê hejmara miriyan gihîştiye 30 hezar û 631’an. Dewletên navbeynkar jî hevdîtinên agirbestê didomînin. -
Li Îranê di sala 2023’yan de herî kêm 834 kes hatin îdamkirin
Li gorî saziyên civakî yên sivîl li Îranê di sala 2023’yan de herî kêm 834 kes hatin îdamkirin. Di 20 salên dawî cara duyem hejmara înfazê ji 800’ê derbas kir. -
Hikûmeta Îranê: Beşdariya hilbijartinan ji sedî 41 e
Hikûmeta Îranê ragihand ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinên parlemanto û Meclîsa Pisporan ku roja înê pêk hat, %41 e. -
Rûsyayê bertek nîşanî Elmayayê da
Tê îdîakirin ku di navbera hin leşkerên Elman de li ser mijara sewqiyata çekan a ji Ûkraynayê re axaftinek çêbûye û li ser torên dîjîtal hatine parvekirin. Kremlînê jî bertek nîşan da ku Rojava ‘rasterast destwerdana’ Ûkraynayê dike. -
Li Haîtiyê kaosa çeteyan: Di êrîşa li ser girtîgehê de bi hezaran girtî reviyan
Li Haîtiyê ku çete lê bi bandor in, êrîş li girtîgehekê hate kirin ku bi hezaran girtî lê ne. Di êrîşê de bi hezaran girtî reviyan û bi dehan jî hatin kuştin. Hat ragihandin ku tenê derdora 100 girtî li girtîgehê mane. -
Fîlîpîn-YE 'demeke nêz' dest bi danûstandinên bazirganiya serbest dikin
Fîlîpîn ku welatekî li başûrrojhilatê Asyayê ye û ji aliyê bazirganiyê ve bi giranî bi Çînê ve girêdayî ye, ji bo 'aboriya xwe hîn xurt bike' dixwaze hevkariyê bi welatên cuda re bike. -
Li Bûrkîna Fasoyê di nava rojekê de 170 kes hatin kuştin
Li Bûrkîna Fasoyê, ku di bin desthilatdariya leşkeran de ye, di nava rojekê de li sê gundan komkujî hate kirin. Hate ragihandin ku nêzî 170 kes hatine kuştin. -
Li gorî DYE'yê Îsraîlê agirbest qebûl kir, li gorî Hamasê 48 saet divê
Di roja 149'an a Şerê Xezeyê de DYE'yê ragihand ku Îsraîlê plana agirbestê qebûl kiriye. Îsraîlê hîn piştrast nekir. Hamasê jî diyar kir ku eger Îsraîl daxwazê wan qebûl bike di nava 24-48 saetan de agirbest dikare pêk were. -
Li Îranê hilbijartin: Rêjeya tevlîbûnê ji sedî 41 e
Li gorî daneyên ne fermî li Îranê ku nêzî 61 milyon hilbijêr lê ne, rêjeya tevlîbûna ji hilbijartinê re bû ji sedî 41. Tê diyarkirin ku li bajarên Kurdan boykot bi bandor e.