Li parzûngeheke Îranê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
Li başûrê Îranê li parzûngeheke petrolê teqînekê rû da. Kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Li başûrê Îranê li parzûngeheke petrolê teqînekê rû da. Kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa Îrnayê, bûyer li parzûngeheke petrolê ya kargeheke taybet a li nêzî bajarokê Bender Abbas rû da. Hate ragihandin ku teqîn 'di dema sererastkirinê de' rû da.
Li gorî daxuyaniya şîrketê bûyer 'ne girîng e', 'tiştek bi kesî nehatiye', 'tenê 2 kes birîndar bûne' û 'hatine dermankirin'.
Lê belê waliyê herêmê Habîb Bahadûrî ji Îrnayê re ragihandin ku kesek miriye û rewşa yek ji birîndaran jî 'baş nîne'.