Li Îranê hilbijartin: Rêjeya tevlîbûnê ji sedî 41 e

Li gorî daneyên ne fermî li Îranê ku nêzî 61 milyon hilbijêr lê ne, rêjeya tevlîbûna ji hilbijartinê re bû ji sedî 41. Tê diyarkirin ku li bajarên Kurdan boykot bi bandor e.

Di hilbijartinên Meclîsa Pisporên Dema 6’an û Parlamenterên Dema 12’emîn de ku li Îranê tê lidarxistin, li gorî encamên ne fermî derdora sedî 41 tevlîbûn çêbûye. Li Îranê ku nêzî 61 milyon hilbijêr lê ne, hilbijartinên ji bo 290 endamên parlamentoyê û 88 endamên ku wê ji Parlamentoya Pisporan re bên hilbijartin, hatî kirin bi dawî bû.

Ajansa fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku li gorî encamên ne fermî 25 milyon hilbijêr çûn ser sindoqan.

Ji bo 290 kursiyên li Meclîsa Îranê, li seranserî welêt zêdeyî 15 hezar namzet di nava pêşbirkê de ne. Ji bo 88 kursiyên li Meclîsa Pisporan jî 144 namzet beşdarî hilbijartinan bûn. Li seranserî welêt bi giştî 61 milyon 172 hezar û 298 hilbijêr xwedî mafê deng dayînê ne.

Dîsa li gorî encamên ne zelal, nêzî ji sedî 25’ê hilbijêrên li Tehranê çûn ser sindoqan.

Hat ragihandin ku li hin herêman hilbijartin ji tûra duyemîn re ma.

LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ BOYKOT

Li Rojhilatê Kurdistanê beriya ku hilbijartin destpê bikin, 414 namzetan vekişiyan. Hat ragihandin ku li wîlayeta Loristanê ji 384 namzetan 126’an xwe vekişandin û 258 namzet jî ji bo 9 kursiyên li wîlayetê ketin pêşbirkê. Li Urmiyeyê ji 385 namzetên ku hatine qebûlkirin, 100’an xwe vekişand û li Kirmanşahê jî ku ji 294 namzetan 95 namzetan di kêliya dawî de xwe vekişandin.

Li Sineyê ji 184 namzetan 51’an namzetiya xwe paş de kişandin, herî dawî li Îlamê jî ji 96 namzetan 42’yan xwe vekişandin. Li bajarên Kurdan ku ji sedî 33’ê namzetan xwe vekişandin, boykot bi bandor e.

Tê payîn ku encamên ne zelal wê îro, yên zelal jî wê di nava hefteyekê de bên eşkerekirin.